Koordînasyona YRD’ê ji bo Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê li Reqayê di êrîşa çeteyan de şehîd bûyî, peyameke sersaxiyê weşand û got: “Xewn û xeyalên azadiyê yên hevalê me Mehmet Aksoy wê pêk bên.” KCDK-E´yê jî bi daxuyaniyekê got, “Heta ku em meşa wî ya azadiyê bi ser bixînin, em ê bêteredût bimeşin.”
Koordîasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), sersaxî ji malbata Aksoy re xwest û got, “Yek ji lehengên me yê kedkar ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, hevalê me û endamê Ragihandina YPG’ê Mehmet Aksoy li Reqayê di dema têkoşîna dijî faşîzma DAIŞ’ê de şehîd bû. Em ji malbata wî, civata çapemeniya azad û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Hevalê me Mehmet Aksoy, bi gotina, ‘Ez ê xwe li wê derê ji nû ve biafirînim’ çû Rojava û Bakurê Sûriyeyê û tecrûbeya xwe ya li dîplomasiyê kir parçeyek ji Rêûresma Çapemeniya Azad û di demeke kin de operasyona Reqayê li cih şopand. Di nava têkoşîna çalak de, li Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi erk û wezîfeyên girîng rabû.
Bi navê Koordînasyona YRD’ê em careke din sersaxiyê ji malbata wî, civata çapemeniya azad û gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên Mehmet Aksoy pêk bînin.”
Hevrê Fîraz bû pêşengê azadî û rastiyê
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E´yê, ji ber şehadeta endamê Ragihandina YPG’ê Mehmet Aksoy peyameke sersaxiyê weşand.
KCDK-E´yê bal kişand ser têkoşîna Aksoy a li Ewrûpayê, got, Aksoy peyameke mezin daye wan Kurdistanî û şoreşgerên li derveyî welat û wiha dewam kir: “Ev mesaj jî ev e; rastiyan bibînin, ji xewn û xeyalên pûç ên sîstemê xwe rizgar bikin, rastiyê nas bikin û azad bibin.
Hevrê Fîraz, ku li dijî dagirkeriya çar aliyên Kurdistanê û li hemberî mêtingerî û paşverûtiya DAIŞ’ê têkoşiya, ji ber şehadeta wî em sersaxiyê ji gelê xwe û malbata wî re dixwazin. Em soz didin şehîdê xwe yê azadî û demokrasiyê; em ê meşa we ya azadiyê, heta ku bi ser bixînin, bê teredût bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN