Çalakger: Ji derve dayik li ber xwe didin, li hundir ewladên wan, berxwedan divê bi me tenê sînordar nemîne. Ji ber ku tecrîd li ser civakê tevî ye. Ji ber vê ye ji derveyî berxwerdanê ti rêyek din nîne. Heta daxwazên me bên bicihanîn wê çalakiyên me bidomin.
Li ser navê girtiyên ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 15 girtiyên ji 30’ê Nîsanê ve ketine Rojiya Mirinê, Denîz Kaya daxuyaniyek da û got, “Berxwedana me ya bi maf û rûmet, bi ser dikeve, ya ji me hatî dizîn, bi zorê hatî standin, em ê ji nû ve bi dest bixin û bi ser kevin. Hêvî, ruh û hesta vê berê me da berxwedanê. Di rewşa heyî de faşîzma AKP-MHP’ê tecrîda li ser Rêbertiya me didomîne û ji bo şikandina berxwedana me, rê û polîtîkayên şerê taybet bi kar tîne.” KCK*ê jî daxuyaniyek li ser mijarê da û got, “Tecrîd bi dawî nebûye, daxwazên berxwedêran bi cih nehatine. Tenê ji bo bidawîkirina zextên raya giştî ya hundir û derve ya berxwedêran pêkanî û ji bo lawazkirina berxwedanê, parêzer şandine Îmraliyê.”
Tecrîd bi dawî nebûye Çalakî wê dewam bike
Hepsiyên çalakger da zanîn ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê wê dewam bikin û got, “Hevdîtina 2’yê Gulanê ya du parêzeran a li gel Rêbertiya me ji berî her tiştî girîng û bi wate ye. Lê bila bê zanîn ku hevdîtineke wiha ne bidawîbûna tecrîdê ye. Ev hevdîtina di nava şertên tecrîdê de hatiye kirin, ev vê pêvajoya hevdîtinê wiha dinirxînin. Berê niha bi rêya çapemeniyê heta madeyên ku me ragihandî dîsa ji aliyê wezareta edaletê ve ewlehiya hiqûqê bê dayîn wê berxwedana me bidome.
Malbatên girtî û bi taybet berxwedana dayikan a ji derve didin vê berxwedana pîroz moral û hêzê dide me. Ji derve dayik li ber xwe didin, li hundir ewladên wan, berxwedan divê bi me tenê sînordar nemîne. Ji ber ku tecrîd li ser civakê tevî ye. Ji ber vê ye ji derveyî berxwerdanê ti rêyek din nîne.
Heta daxwazên me bên bicihanîn wê çalakiyên me bidomin.
Hemû gelê xwe, parêzvanên mafê mirovan, dîsa akademîsyen, nivîskar, rewşenbîran vedixwînin deng bidin dengê berxwedana me.”
Daxwazên berxwedêran bi cih nehatine
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser hevdîtina parêzeran a 2’yê Gulanê ya bi Ocalan re daxuyaniyek nivîskî da û got: “Çawa ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê rabûne gelên cihanê û hêzên demokrasiyê jî li dijî rabûne. Têkoşîna li dijî tecrîdê sînorên Kurdistan û Tirkiyeyê derbas kiriye, astekî ya navneteweyî bi dest xistiye. Têkoşîna li dijî tecrîdê bi taybet di kesayeta dayikên laçik spî de bûye para hemû mirovahiyê.
Rêbertî di peyama xwe de aniye ziman divê ji her cûre çanda cihêkarî û şerxwaziyê dûr bê sekinîn û pêwîstî bi lihevkirineke civakî heye.
Rêber Apo û hevrêyên ligel wî berxwdana li dijî tecrîdê di dorhêla parastina rewa de mafar dibînin û rêz digirin. Lewma ev berxwedan, berxwdanek e ku tevahiya civakê têkildar dike. Rêber Apo, tecrîdkirina xwe, tecrîdkirina tevahiya gelê Kurd dibîne.
Ji vegotinên parêzeran tê fêmkirin ku tecrîd ranebûye, daxwazên berxwdêran pêk nehatine. Bi tecrîdkirina Rêber Apo re, di serî de berxwedêrên zindanê, berxwedêrên ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilwerşînin’ tevlî vê nirxandina berxwedêran dibin û ji biryardariya wan re rêzê digirin. Em bang li gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, raya giştî ya hundir û derve dikin ku li ser vê biryardariya berxwedêran piştgiriyê bidin berxwedana wan û ji bo şikandian tecrîdê têkoşînê xurt bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN