
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew wekî BDP'ê ji mûzakereyan narevin lê ew ê nebin parçeyekî tasfiyeyê jî û wiha got: "Gelê kurd li qadan got; Ocalan vîna min e. Lewma PKK, Ocalan û BDP wekî mûxatap nîşan da. Kes nikare van mûxataban ji hev cuda bike, ango wekî kategorî ji hev cuda bike. Bi jihevcudakirina van ne mimkûn e ku mûzakere bên meşandin." Demîrtaş diyarkir ku divê berxwedana Newrozê heta çareseriyê dewam bike.
Demîrtaş konsepta hikûmeta AKP'ê di pêvajoya Newrozê û piştî wê di bin navê çareseriya pirsgirêka kurd de ji ajansa DÎHA'yê re nirxand. Demîrtaş diyar kir ku di pêvajoya ku Rojhilata Navîn de hewldanên dîrokî pêk tên gelê kurd di Newrozê de pêngaveke nû avêt û got; "Kes nikare ser daxwazên kurdan bigire. Ev yek di Newrozê de careke din derket holê. Bi pêvajoya Newrozê re tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hîn kûrtir bû, hejmara girtiyên di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin gihîşt 7 hezaran, komkujiyên mîna Roboskiyê pêk hatin."
Gel planên hikûmetê têk bir
Demîrtaş bal kişand ser planên hikûmetê yê li dijî kurdan û ev bi vî rengî şîrove kir: "Hikûmetê ev yek pîlan kiribû: Pêkanînên me yên di bin navê ewlekariyê de tên meşandin gelê kurd tirsandiye. BDP êdî wê nekaribe li pişt tevgera azadiyê ya kurd û serokatiya xwe rawest e. Lewma êdî tasfiye bûye û girseya wê belav bûye. Ji ber wê yekê em jî di teslîmgirtina vê partiyê de biser ketine. Xwedî nêrîneke wisa bûn ku heke konsept bidome wê zelalî jî çêbibe. Heta kengî? Heta Newrozê. Beriya Newrozê jî bi xwepêşendanên 15'yê Sibatê û 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê hat dayîn. Hikûmetê jî ev peyam xwendin."
‘Newroz destpêkek e’
Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmetê ferq kir ku di Newrozê de wê sekneke bi heybet derkeve holê û wiha axivî: "Gelê me baş dizanî ku firsenda bersiveke dîrokî derketibû holê. Lewma gelê me bêyî ku barîkatan bibîne û qedexeyan guhdar bike sekna xwe ya dîrokî nîşan da. Lê encama ku di Newrozê de derketî holê, qasî ku projeya wekî konsepta ewlehiyê tê nîşandan biguherîne jî têrê nekir. Belê destpêkeke mezin û water e. Lê hikûmet jî li gorî encama Newrozê konsepta xwe neguherî ye."
Berxwedan divê bidome
Demîrtaş anî ziman ku konsepta nû xemilandina konsepta heyî ye û wiha got; "Hikûmetê dev ji konsepta xwe ya ewlehiyê bernedaye. Her wiha biryara çareseriya makezagona demokratîk a mûzakereyan nedaye. Mafên kollektîf jî di nav de ji bo axaftina hemû mafan ne amade ye. Lewma divê ev berxwedana bi heybet heta çareseriyê bidome. Ji ber ku ev êdî wekî pêvajoyekê li ber me disekine. Gelê kurd vîna xwe xistiye destê xwe û pêşeroja xwe bi destên xwe dihûne. Ev yek di Newrozê de careke din derket holê. Gelê kurd mafdarî û rewatiya xwe careke din îlan kir."
‘Divê hikûmet Newrozê rast binirxîne’
Demîrtaş bal kişand ser peyamên di Newrozê de hatine dayîn û xwest hikûmet van peyaman rast bixwîne. Demîrtaş wiha axivî: "Divê êdî hikûmet Newrozê rast bixwîne. Em wekî siyasetmedarên krud rast dixwînin. Gelê me peyama wekî; 'Em amade ne ku biryara hikûmetê ya me nas nake ji nedîtî ve bên û nas nekin, em ne mecburin ku li gorî qedexeyên hikûmetê gav biavêjin.' Gelê me diyar kir ku operasyonên qirkirinên siyasî, girtin, komkujiya Roboskiyê û tecrîd nayên qebûlkirin. Ev yek wekî peyam, wekî ferman da me. Çiye ev ferman? Ev e: 'Ez di azadiya xwe de bi biryar im, bila siyasetmedar jî li gorî vê tevbigerin.' Ya BDP jî bike di çarçoveya fermana gel de pêdiviyên Xweseriya Demokratîk, statûya siyasî û azadiya ji bo Ocalan pêk bîne."
‘Bi dijberiyê muzakere nabin’
Demîrtaş bibîr xist ku konsepta hikûmet dixe rojevê ne nû ye û wiha pê de çû: "Hikûmet li hemberî heybeta Newrozê mecbur ma ku gavekê biavêje. Yan wê gotiba belê ez encama siyasî ya di Newrozê de derketine qebûl dikim, ez amade me ku daxwazên kurdan pêk bînim, Yan jî wê konsepta kevin a êdî îflas kiribû jî wê ji nû ve xemilandibûya. Ya duyemîn hilbijart. Yanî tu guhertin nîn in. Çi dibêje; 'Em ê bi terorê re têbikoşin û bi siyasetê re jî mûzakere bikin. Niha ji kî re dibêje teror? Gel bixwe ye. Heke tu wê bi gelê kurd re têbikoşî wê demê tu wê çawa bi wî gelî re mûzakere bikî?”
‘Kes nikare 3 mûxabatan ji hev cuda bike’
Demîrtaş destnîşan kir ku Gelê Kurd li qadan got; Ocalan vîna min e. Lewma PKK, Ocalan û BDP wekî mûxatap nîşan da. Kes nikare van mûxataban ji hev cuda bike, ango wekî kategorî ji hev cuda bike. Bi jihevcudakirina van kategoriyan ne mimkûn e ku mûzakere bên meşandin. Demîrtaş anî ziman ku di gotinên Erdogan de tenê tişteke nû heye û wiha got; "Li vê derê tenê tişteke nû heye, em wekî BDP dixwazin balê bikişînin ser vê yekê. Serokwezîr li gel Serokê Amerîkayê Obama got; em dikarin bi berdewamên siyasî yên PKK'ê re hevdîtinan pêk bînin. Cara yekem e vê hevokê bikar tîne. Di vir de ya girîng ew e ku ya yekemîn; Me wekî berdewama PKK'ê dibîne. Her çi qasî ev yek nerast be jî me wekî berdewama wê qebûl dike. Û mûzakereya bi vê berdewamê re qebûl dike. Ev yek jî ji aliyê hikûmetê ve tişteke nû ye. Muzakere girîng in. Ji ber ku 2 alî li hev rûdinên û li ser mijarekê li hev dikin. Lê niha dixwazin muzakereyan vala derxin."
‘Dixwazin bi tasfiyeyê nêzî muzakereyê bibin'
Demîrtaş, anî ziman ku hikûmet bi dek û dolanan nêzî pêvajoyê û muzakereyan dibe û dixwaze bi muzakereyan polîtikayên tasfiyeyê pêş bixe. Demîrtaş, bang li hikûmetê kir û wiha got: "Em ji muzakereyan narevin. Bi salan e em daxwaza muzakereyan tînin ziman. Em dibêjin pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyan çareser dibe. Lê divê bi muzakereyan aliyê din teslîm neyê girtin. Divê li gorî hiqûq û edaletê peyman bê çêkirin û mafê herdu aliyan bê parastin. Niha 3 salin KCK û Brêz Ocalan ji bo muzakere û diyalogan di nava hewldanan de ye. Lê hikûmet her tim dixapîne."
'Em ne alternatifê Brêz Ocalan in'
Demîrtaş, da zanîn hikûmet dixwaze BDP’ê bikar bîne û dixwaze demê bi dest bixe. Em ji serokwezîr re dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 3 aktor muhatab in. Yek jê Brêz Ocalan, yê duyemîn KCK û PKK ye, ya sêyemîn jî BDP û KCD ye. Divê hersê aktor bi hevre muhatab bên girtin. Perçe perçe muzakere çê nabe û bi ser jî nakeve. Em ne alternatifên Brêz Ocalan û KCK’ê ne."
Demîrtaş, bilêv kir ku tu carî BDP ji muzakereyan nereviya ye wiha pêde çû: "Hikûmet bi taktîk û lîstikan nêzîk dibe. Lê em rast û durist nêzîk dibin. Divê her tişt vekirî pêk bên. Em ji muzakereyan re vekirî û amade ne. Lê divê di muzakereyan de PKK û Ocalan jî hebe."
‘Divê şert û mercên Ocalan bên başkirin'
Demîrtaş, destnişan kir ku ger hikûmet ji bo muzakereyan bang li wan bike dê hevdîtinan pêk bînin, lê wê li gorî usûlê tevbigerin û weha dewam kir: "Divê ji bo muzakereyên demokratîk berî her tiştî girtî serbest bên berdan, tecrîd bi dawî bibe û şert û mercên Îmraliyê bên başkirin. Divê berî her tiştî şertên azadiya Ocalan baş bibin. Tenduristî û ewlehiya wî bê başkirin. Divê şert û mercên muzakareyan bê avakirin. Divê operasyonên komkujiyê bi dawî bibin. Ger ku ev daxwaz pêk neyên muzakere bi encam nabe."
Demîrtaş, bilêv kir ku ger şert û berc bên başkirin û dawazên wan pêk bên dikarin bangan li ber çavan bigirin û BDP her tim dê ji bo aştî û çareseriyê tev bigere.
Demirtaş, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku muhatabê kurdan Ocalan, KCK-PKK û BDP ye, lê muhatabê AKP'ê tune.
ALPER ATALAY / M. EMRAH SUER - DÎHA/ENQERE