Heta DAIŞ biqede
Berdevkê Fermî yê QSD´ê Kîno Gabriyel li ser pêngava rizgarkirina gundewarên Dêra Zorê got, xebateke eskerî ya hevbeş e û ew ê heta bi temamî ji holê rakirina DAIŞ´ê li Sûriyeyê operasyona xwe dewam bikin.
EHMED KEMYAN/TIRKÎ KALIT
ANHA/GIRÊ SPÎ
Berdevkê Fermî yê QSD′ê Kîno Gabriel li ser hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ′ê, peyivî û got, “Hêzên QSD′ê û hêzên Iraqê ji bo parastina sînorên Sûriyê û Iraqê xebateke eskerî ya hevbeş didin meşandin.”
Kîno Gabriyel diyar kir ku armanca ji domandina Pêngava Bagera Cizîrê ew e ku axa Sûriye bi temamî ji çeteyên DAIŞ′ê were paqijkirin û got, ″Sedema rawestandina Pêngava Bagera Cizîrê, êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Efrînê bû. Vê yekê hişt DAIŞ xwe ji nû ve birêxistin bike û êrişî nuqteyên me bike. Hêzên me ji milên eskerî û lojistîkî ve xwe birêxistin kirin û bi planeke nû, ji nû ve dest bi Pêngava Bagera Cizîrê kirin.”
Derbarê koordîneya di navbera QSD′ê û hêzên Iraqê de jî Kîno Gabriyel da zanîn ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞ′ê ve, hêzên QSD′ê û Iraqê di nava koordîneyekê de ne û wiha peyivî: ″Hêzên QSD′ê û hêzên Iraqê ji bo parastina sînorên Sûriyê û Iraqê xebateke eskerî ya hevbeş didin meşandin.″
Bi temamî ji DAIŞ′ê were paqijkirin
Berdevkê QSD´ê Kîno Gabriyel destnîşan kir ku hêzên Iraqê herêma sînor ji DAIŞ′ê rizgar kirin û wiha axivî: ″Ev yek bû sedem ku DAIŞ berê xwe bide herêmên Sûriyeyê. Wê bi koordîneya bi hêzên koalisyonê û hêzên Iraqê re êrişên bejahî û hewayî li dijî baragehên DAIŞ′ê pêk werin. Armanca me ya hevbeş ew e ku herêm bi temamî ji DAIŞ′ê were paqijkirin û dewleteke demokratîk ku mafên gelan tê de werin parastin, were avakirin.″
Koordînasyon ranewestiyabû
Kîno Gabriyel têkildarî îdiayên wekî “Pêngava Bagera Cizîrê li ser daxwaza koalisyona navneteweyî ji nû ve hatiye destpêkirin” peyivî û got, ″Ev ne rast e. Di dema êrişên li dijî Efrînê de pêwîstî hat dîtin ku Pêngava Bagera Cizîrê raweste. Lê bi rawestandina operasyona eskerî re, koordîneya di navbera hêzên me û koalisyonê de ranewestiya û hêzên koalisyonê gefên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Minbicê û herêmên din rawestandin. QSD′ê li Bakurê Sûriyeyê bi desteka hêzên koalisyonê operasyonên eskerî dide meşandin.″
Rejîm jî naxwaze DAIŞ biqede
Gabriyel da zanîn ku armanca ji êrişa rêjîma Baasê ya li dijî nuqteyên QSD′ê li herêmên Dêra Zorê ew e ku astengkirina şerê li dijî DAIŞ′ê ye û wiha pê de çû, ″Rêjîma Baasê dixwaze DAIŞ′ê li herêmê mayînde bike. Dewleta Tirk jî bi heman armancê êrişî Efrînê kir.″