“Ji aliyê eskerî ve wê piştgiriyeke heta dawiyê bidin ji bo parastina van herêman. Ji Minbicê bigirin heta herêmên din. Ev îdîayên dewleta Tirk, ku dibêje ew 'ê Minbicê dagir bike, wê Bakurê Sûriyeyê dagir bike', pûç dike.“
Endamê Heyeta Bakure Sûriyeyê, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê QSD’ê, Rêdûr Xelîl qala hevdîtina pêr a bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re kir.
Heyetek ji rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêr li paytexta Fransayê Parîsê, li Qesra Elyséeyê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûnişt.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl li ser hevdîtinê, peyivî û got, „Me giranî da ser rewşa Efrînê bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê.“
Li ser pirsa ANF´ê ya weke „Bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hûn li ser çi axivîn“, Rûdûr Xelîl got, „Em weke şandeyeke eskerî û siyasî ya Bakurê Sûriyeyê bi awayekî fermî ji aliyê Serokkomarê Fransayê û Qesra Elysée ve hatin vexwendin. Bêguman hevdîtineke girîng bû û encamên gelekî pozîtîf bûn. Bakurê Sûriyeyê bi taybetî Efrîn, di rewşeke taybet de ne. Mijarên nîqaşên me jî ev bûn. Me giranî da ser rewşa Efrînê bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Û ji bo Efrîn li rewşa berê vegere, gelê me yê Efrînê bi garantiyeke navneteweyî karibe vegere warê xwe. Her wiha alîkarî ji bo kesên ji Efrînê koçber bûne.“
Ji bo parastina Bakurê Sûriyê wê alîkairyê bikin
Rêdûr Xelîl dibêje, Fransayê gotiye, ew ê heta dawiyê alîkariyê bike, û wiha dewam kir: „Weke Fransa, weke hêzeke diyar di nava koalîsyona navneteweyî de û weke welatekî xwedî bandor li Ewrûpayê, wê li ser vê dosyayê alîkariyê bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê bibe nimûne. Her wiha îşaret bi parastina wê jî hate kirin. Ji Minbicê bigire heta Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, sînorê Iraqê. Ev herêmên ku di bin kontrola hêzên QSD’ê de ne, gef li wan tê xwarin. Helwêsta Serokkomarê Fransayê, her wiha helwêsta wan bi giştî bi awayekî fermî, piştgiriyeke heta dawî ji bo van herêman, parastina wê û garantîkirina wê da. Hem jî ji aliyê eskerî ve alîkarîdayin ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê bi encam bibe.“
Di warê fermî de Bakurê Sûriyê tê naskirin
Dema ku ANF´ê daxuyaniya fermî ya ya heyetê bi bîr xist, ku behsa alîkariyê û garantiya vegera xelkê Efrînê li erdên xwe dikir û li aliyê din behsa şandina eskeran a Minbicê hatiye kirin, Rêdûr Xelîl got, „Ji aliyê eskerî ve wê piştgiriyeke heta dawiyê bidin ji bo parastina van herêman. Ji Minbicê bigirin heta herêmên din. Ev îdîayên dewleta Tirk, ku dibêje ew ‘ê Minbicê dagir bike, wê Bakurê Sûriyeyê dagir bike’, pûç dike. Dewleta Tirk vê yekê ji bo çavtirsandina gelê me yê li wir bi kar tîne. Şantajan dike esas. Lê belê niha zelal bû ku dewleta Tirk wê nikaribe tiştekî wisa bike. Ev tê wateyeke din jî. Ku ew rêveberiya îro li Bakurê Sûriyeyê hatiye damezrandin ber bi statuyeke fermî ve wê biçe. Bêguman ev yek guhertineke ji bo Bakurê Sûriyeyê. Ji ber vê yekê ev hevdîtin hem di wexteke hesas de hate kirin, hem jî bi encameke pirr pozîtîf bi encam bû.“
Gelo wê têsîrê bike?
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê QSD’ê, Rêdûr Xelîl li ser tesîrên muhtemel ên navneteweyî ya helwêsta Fransayê jî got, „Îro wext hatiye ku koalîsyona navneteweyî xwedî li vê herêmê derkeve. Beriya her tiştî ev yek erkeke wan a exlaqî ye. Ez bawerim dikim wê bandorê li ser gefên Rûsyayê bike, ku Rûsya zêdegaviyan neke. Ji ber ku di vê dema dawî de Rûsyayê zêdegavî kir bi taybetî ji bo Efrînê, destûr da ku dewleta Tirk derbasî Efrînê bibe. Li hev kirin, li beramberî hin bajarên din, weke Xota. Ev yek wê sînorekî deyne ber siyaseta Rûsya, rejîm û Îranê. Her wiha hemû hêzên koalîsyona navneteweyî wê bikevin bin mesûliyetê ku ji aliyê xwe ve alîkarî û destekê bide Bakurê Sûriyeyê.
Qebûlkirineke fermî bû
Rêdûr Xelîl herî dawî jî got, heyet bi awayekî fermî hatiye qebûl kirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: „Wan got, pirsgirêkên heyî yên Sûriyeyê tenê bi rengê proje û rêveberiya ku niha li Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin, bên çareserkirin. Pêşwazîkirina şandeya ji hemû pêkhateyan, hem siyasî hem eskerî tê wê wateyê ku hikûmeta Fransayê amade ye û vekirî ye ku bi awayekî fermî bi vê rêveberiyê re bide û bistîne.“
PARÎS
Hevdîtina heyeta Bakurê Sûriyê

Heyeta ji rêveberên asta jor a Bakurê Sûriye û Rojava, li Parîsê li Qesra Serokkomariyê, Elyséeyê, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re pêr êvarê civiya. Hat ragihandin ku di civînê de mijarên girîng hatine gotûbêjkirin
Di heyeta Bakurê Sûriyeyê de nûnerên Kurd, Ereb û Sûriyanî hebûn. Hevseroka TEV DEM’ê Asya Ebdullah, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevserroka Konseya Têkiliyên Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo, Endama Konseya Rêveberiya Herêma Cizîrê Faner Gaêt, Berpirsê Karê Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Nûnerê Rêvberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ya Fransa Dr. Xelîl Îsa di nava heyetê de cihê xwe girtin. Hevdîtinê qederê saetekê dewam kir.
Heyeta Bakurê Sûriyeyê piştî hevdîtinê, daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Bi Birêz Macron re hevdîtineke erênî û baş hate kirin. Têkildarî êrişên li dijî Efrînê, Birêz Macron helwêsteke baş nîşan da. Me malavayî lê kir. Me di vê hevdîtinê de êrişên li dijî Efrînê, vegera gelê Efrînê ya ser xaka xwe û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rewşa Bakurê Sûriyeyê nîqaş kir. Tecrûbeya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê weke modeleke baş hate dîtin. Birêz Macron piştgiriya xwe diyar kir. Her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriye û Rojava dubare kir. Diyar kir ku ew ê hevdîtinên dîplomatîk ên ji bo Efrînê bidomînin. Heta niha li gel hêzên Fransa yên li Minbicê xebatên hevpar hatin birêvebirin. Pêwîstî bi geşkirina vê hevkariyê heye.”
Li ser pirsa rojnamevanekê, Abdullah got, “Hevkariyek çiqas xurt be, wê ewqas gelên me ji DAIŞ’ê bên parastin. Gelek rêbazên wê hene. Derfetên bihêzkirina vê hene.” Ebdullah daxuyaniya Macron a ‘Wê leşkeran bişîne Minbicê’ bibîr xist û got: “Ev rewşeke baş e. Berê ev bûbû, wê di siberojê de jî bibe.”