Xelkên Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li dijî dewleta Tirk li navçeya Çelebiyê mîtîngek li dar xist.
Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlîbûna xelkê herêma Firatê, bajarê Reqa, Tepqa, Dêre Zor û Minbicê bi dirûşmeya “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên tirkiyê li ser Sûriyê red dike” li gundê Xirabreşkê yê girêdayî navçeya Çelebî ya bajarê Kobanê, mitîngek hat çêkirin.
Di mîtîngê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalit peyivî û got: “Ez bang li gelê me dikim û bi taybet jî bang li yên ku niha li derveyî welat û dibêjim werin em bi hev re bibin yek û welatê xwe ji dagirkeran biparêzin.”
Efrîn li ber çavan e
Serokê Partiya Musteqbel a Sûriyeyê Birahîm Qeftan jî got, niyeta Tayîp Erdogan dagirkirina axa wan e û wiha peyivî: “Rewşa herêma Efrînê vekirî û li ber çavan e. Îro jî dewleta Tirk dixwaze herêmên me tevan fena herêma Efrînê bike. Lê em li vir carek din dixwazin her kes baş bizanibe ku em ê weke gel heta dawiyê axa xwe biparêzin û em ê li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn.”
KOBANÊ