HÎVDA HEBÛN/ANF/REQA
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, ku bi pêşengiya QSD, YPG û YPJ’ê didome heta niha nîvê bajêr hatiye rizgarkirin. Gelek sîvîl ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. Bi taybetî li Reqaya Berê şerekî giran heye. DAIŞ li Reqayê asê maye. Xeleka li dora wan her ku teng dibe, çete ji bo ku ji xwe re demê bi dest bixin, sîvîlan ji xwe re dikin mertal, yan jî di nav sîvîlan de şer dikin û naxwazin ku QSD xwe bigihînin sivîlan. Şervan ji aliyekî ve herêmê ji çeteyan paqij dikin û ji aliyê din ve jî hewl didin sîvîlan ji herêmê rizgar bikin.
Li Reqaya Berê pêr bi şev şerekî giran hebû. Ji ber ku çete sîvîlan ji xwe re dikin mertal, şer ji saet 21.00’an heta 08.30 domî. Piştî şer gelek sîvîl ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.
Sîvîlan ji şervanan re qala tiştên hatine serê wan kirin û anîn ziman ku DAIŞ‘ê bi salan ezabên cehennemê bi wan didan jiyîn.
Sîvîlê bi navê Elî diyar kir ku DAIŞ’ê digot “QSD, YPG û Kurd kafir in û divê werin kuştin. DAIŞ’ê her tiştên me ji me standin. Me bi mehan mekerne û savar dixwarin. Wan ji me re digot, ‘QSD û YPG’ kafir e. Lê me dît ku şervan mirovên gelekî baş in. Hemd ji Xwedê re, em ji çeteyan pak bûn.”
Sîvîlekî bi navê Abdulbakî diyar kir ku ne xwarin û ne jî ava wan hebû û li hundir ew asê mabûn.
Cebilxaneyên DAIŞ’ê desteser kirin
Şervanê YPG’ê yê bi navê Cûdî diyar kir ku dema wan xwestin sîvîlan rizgar bikin çar hevalên wan birîndar bûn û got “Em ji zû ve ye li Reqayê şer dikin. Ji duh ve ji bo rizgarkirina gel em şer dikin û hin hevalên me birîndar bûn. Me gelek çeteyên DAIŞ’ê kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan ketin destê me. Pê re jî me sîvîl rizgar kirin û ew anîn qada bi ewle. Em pêşveçûna xwe didomînin. Heta ku li Reqa û Rojava û Sûriyeyê sîvîlên di bin zilma DAIŞ’ê de nemînin em ê şerê xwe bidomînin.”
Sivîl xwe li çem dixin
Di heman demê de ji bo rizgarkirina sîvîlên ku Çemê Firatê derbas dikin û dixwazin xwe bigihînin şervanan, şervan li ber çem nobetê digirin. Şervana YPG’ê ya bi navê Sumbulê got “Sîvîl ji bo ku karibin xwe rizgar bikin, xwe li çem dixin. Em jî li vê derê li benda wan dimînin. Malbatên hin sîvîlan ji aliyê DAIŞ’ê hatine qetilkirin. Malbatên hin zarokan giş hatine qetilkirin an jî kes nizane çi bi serê malbatê hatiye. Gelek sîvîl ji bo ku xwe rizgar bikin, dixwazin çem derbas bikin.”