Li bajarê Fransa Strasboûrgê, çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ên li hemberî komkujiyên li Kurdan tên kirin bêden gin, di roja pêncemîn de ye.

Kurdistaniyên li ber avahiya KE kon vedane, ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li Kurdistanê dosya pêşkêşî KE û DMME kirin.

Kurdan diyar kirin, ku li gorî bersiva daxwazên Ewropayê ew ê plansaziya çalakiyên xwe ji nû ve destnîşan bikin.


Dema çalakiyê hat dirêjkirin

Li ser navê Komîteya Amadekar Rojda Yildirim da xuyakirin, ku wan biryar dane heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê dema çalakiya xwe dirêj bikin. 

Kurdistaniyên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Fransayê hatine jî bi biryar in çalakiya xwe heta encamgirtinê bidomînin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî pêr piştî hevdîtina bi çalakgeran re dosya pêşkêşî Sekretera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê kiribû û hin hevdîtin pêk anî bû.


Panel hat lidarxistin

Di çarçoveya bernameya çalakiyan a rojane ya li bajêr de, panelek bi mijara “Rojava, Rojhilata Navîn, pêvajo û qewimînên gengaz” hat lidarxistin. Weke qiseker rojnameger Amed Dîcle beşdarî panelê bû.

Dîcle got, “Xweparastina li Kurdistanê, ji bo parastina destketiyan ket rojevê. Dewleta Tirk ji bo tinekirina van destketiyan dest bi êrîşeke mezin kir. Dema dewlet hat we bikuje, hûnê hingî çi bikin? Bêguman hûn mecbûr in xwe û gelê xwe biparêzin. Lewma YPS xwe û gelê xwe diparêze.” 

Dîcle diyar kir, Rojava weke modelekê ji aliyê cîhanê ve tê qebûlkirin û got, “Têkoşîna Rojava ji bo Kurdistanê mîladek e. Bêguman berdêlên mezin hatin dayîn. Lewma rêbaza xweparastinê dewleta Tirk tengav kiriye. Dewleta Tirk a hewl da bi şewitandin û xerakirinê re vê ji holê rake, bi ser neket. Kurdan êdî îlan kirin ku sîstema dewletê qebûl nakin. Kurd hewl didin modelekê ava bikin, lê dewleta Tirk vê qebûl nake. Baş e li hemberî vê divê em çi bikin? Bêguman wê parastina xwe bike.” Panel bi pirs û bersivê dewam kir.


 STRASBOÛRG