Leyla Guven: “Heta ez nebêjim bes, bedena min wê nebêje be. Yên ku li pêşberî vê çalakiyê bêdeng in, ew ê min bikujin. Ya rast, yên tecrîdkirî ew kes in ku li derve dest ji berxwedanê berdane.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, doh di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan de 100 rojên xwe qedandin û kete roja 101´ê.

Meşa ku ji 15 bajaran bi dirûşma “Di roja 100’î de bi Leyla re em tecrîdê bikişînin” jî tevî zilma polîsên dewleta Tirk a dagirker, xwe gihadin ber mala Leyla Guven. Leyla Guven bi daxuyaniyekê doh got, mirov dikare li ber xwe bide, weke mucîzeyeke bi hêza mejî û peyama, “yên bê deng in wê min bikujin” da.”

Êdî Kurd hemû hatine tecrîdkirin

Leyla Guven bi rêya keça xwe Sabîna Temîzkan ev peyama xwe gihand Jinnewsê. Wê got, “Ev 100 roj in ez, 60 roj in girtiyên li zindanan li ber xwe didin. Ev tecrîd ne nû ye, 20 sal in bênavber dewam dike. Êdî Kurd hemû hatine tecrîdkirin. Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye. Ti îrade bi tena serê xwe li giravekê bi tenê nehatiye hiştin. Hatine girtin jî ji bo azadiyê tênekoşiyaye. Lê belê Birêz Ocalan ev bi ser xist. Çalakiya me kir ku tecrîda 20 salan hinekî bê dîtin.

Mirovek gelo dikare 100 rojî li ber xwe bide? Belê dikare. Di dema vê çalakiyê de min fêhm kir ku mirov mûcîzeyek e ku bi hêza mejî pêk hatiye. Min ji berxwedanê bawer kir û ji ber vê yekê mejiyê min hikum li min kir. Ez li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê li ber xwe didim. Heta ku ez nebêjim bes, bedena min wê nebêje bes.

Bedena min dihele, belê haya min jê heye lê belê tiştek ji moral û hêza min kêm nabe. Ji ber ku li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê, tiştekî dikim, dilê min rehet e. Ya duyemîn jî, heta ku ez destûrê nedim, wê bedena min îflas neke.

Bêdeng wê min bikujin

Yên ku li pêşberî vê çalakiyê bêdeng dimînin wê min bikujin. Ev çalakî ji bo civakê ezmûnek e. Yên ku nikaribin vê ezmûnê bi ser bixînin wê sibe nikaribin bêjin, ‘em parêzvanên mafan e, em mirov in’. Eger jin bawer bike, ti hêz nikare jinan ji nirxên pê bawer in vegerîne. Ji ber ku jinê dema bawer kir wê teqez bi ser bikeve.

Bêguman ez jî dixwazim sax bim û bibînim ku aştî hatiye vî welatî. Lê belê eger berdêl pêwîst be, bêdudilî ez ê bidim.

Bi dehan name ji hepsan tên û her hevalê li hepsê hezar carî ji yên li derve azadtir e. Ya rast, yên tecrîdkirî ew kes in ku li derve dest ji berxwedanê berdane. Berxwedan bi pêşengiya jinê ye. Meşa roja 100’î jî çalakiya bi pêşengiya jinê ye. Belê, heger jin pê bawer be wê dinya biguhere, aştî bê û eger jin bawer bike wê xweşbîniyeke mezin li dinyayê serdest be. Ya em ê azad bin, ya jî hîç...”

Bi zilma xwe heye

Rêveber û parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê bi dirûşmeya “Ji bo Şikandina Tecrîdê di roja 100’î de ber bi Leylayê ve” ji 15 bajarên Kurdistanê berê xwe dabûn Amedê û doh serê sibê gihiştin Amedê. Parlamenter tevî zilma polîsan jî xwe gîhand Amedê û  li ber mala Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerên HDP’ê 500 metreyî li dûrî mala Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Baxler a Amedê kom bûn. Ji ber ku polîsan bi maşîneyên zirxî, bendan dor li mala Guven girtibû, parlamenteran xwe tam negihand malê. Dewletê bi hinceta hemû çalakiyên derbarê Leyla Guven de hatine qedexekirin, zilma xwe kir. Polîsan hin parlamenter derb kirin, timî dor li wan girt û dîmenên bersivê didin pirsa tecrîd çi ye, derxistin holê.

 

AMED