Dema ku min dest bi vê nivîsê kir, piştî nûçeyên erdheja ku bajar û nevçe û gundên bi ser bajar ve avahî bi avahî, xanî bi xanî mîna meşkeke di lewlebê de kil kir û gelek der û dever bi erdê ve kir nanik; pêşkêşvanê bernameyên av û hewayê ê qenalên televîzyonan mîna ku bi hev şêwirîbin gotin, ‘ îşev dê berf bibare bi ser bajarê Şemrangerd’ê* de’!
Berî kuliyên berfê, ezazîlên binê erdê li Şemrangerd’a Semîramîs’ê  hatin xezebê.
Gotineke pêşiyan e dibêjin, ‘piştî sarbûna birînê birîndar bi birîna xwe dihese.
Şemrangerd’a bajarê Semîramîs’ê, bajarê ku demekê serbajartî ji  Qerantiya Ermeniyan kir, îro bi qasî dilê Semîramîs’a ku Ara’yê xwe di şer de wenda kir, birîndar e û her ku diçe bi birîn û birîndarên xwe dihese.
Şemrangerd birîndar e. Birîndareke ku  li tevî navçe û gundên li dora xwe kûr kûr dinale.
Nalîna mirovên di bin xanî û avahiyên bi ser ser û bedena wan de rûxiyayî , di roja çaremîn de her ku diçe nalîn vediguhere xirrîn û bêdengiya mirinê.
Li gorî agahiyên televîzyonan, heta vê kêlîkê 500 mirovî jiyana xwe ji dest dane, û zêdetirî 1600 birîndarî rakirine nexwesxaneyan.
Û ev jimar, jimara mirî û birîndaran bi dû her saetê de zêdetir dibe.
Hêvidarim di rojên pêş de jimara kesên ku jiyana xwe wenda kirine zêdetir nebe, û birîndarên di nexweşxaneyan de jî rojekê berî roja din bi ser xwe ve werin, bibin xwediyê siheta xwe ya rojên berê, rojên beriya erdhejê.
Pisporên di mijara erdhejê de xwedî gotin, dibêjin erdhej biqasî doşbûna dinayayê ya li dora xwe û li dora rojê  tiştekî xwezayî ye; lê ya ne xwezayî şêweyê lêkirina xanî û avahiyên bi destê mirovan e.
Mirî venegerin jî; çendî kûr bin birîn derman dibin, avahî ji nû ve lêdibin.
Lê erdhejên din? Erdhejên ku bi destê mirovan û devê çekan têne pê?
Lê li welatê min, welatê min ê ku her saet bombe bi ser serî de dibarin; niha vê kêlîkê li gel erdhaja Wan’ê bi her bombeya ku ji her balefirê bi ser serî de tê xwarê li vî çiyayî, li vê newalê, li vî gelîyî… bi erdhejan re ne rûberû ye?
Erheja Wan’ê mirov daqurtandibin, xanî bi ser xanî de rûxandibin; erdheja şer li  tevî mirovan dar û daristanan, hêlînên çivîkan û moristanan kaf û yekûn nake?
Li gel hejîn û lerizînên li dû hev ên piştî erheja mezin, bi xweragirtina qelşên di binê erdê de, piştî xisar û zirara ku daye, erdhej dê raweste. Lê erhejên ku şer tîne pê? Erhejên ku sihar û êvarî di dilê Geliyê Lolan de, di gurçikên Heftanîn’ê de, di sînga Zap’ê pêk tên, dê kengî rawestin?
Xwedayên şer, di vê kelîka ku li tevî birîna Wan’ê herkes ji hêlekê xwe de birîndar e, tevşoyên xwe yên şer derxistine, devê tevşoyên dîsa dane ber devê mivredan û ha ha tûj dikin?
Bo serê kê? Bo çengên kê?
Yên ku ji herdu çavan ne hutim bin, dê bibînin ku xwedayên şer, sed taqê miriyên erheja Wan’ê  di 30 salên bi şûn de mayî de kirin gorî!
Gorî?
Goriyên şer?
Heta kengî ez gorî?
*Li gorî dîrokzaninan bajarê Wan’ê B.Z.1800 ji hêla Mîrzîna Asûrî Semîramîs’ê ve hatiye avakirin û vê mîrzînê navêbajar  kiriye Şemrangerd.