Gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Soranê di nav refên HPG´ê de şer dikin, got, ew ê bi pêngava xwe ya şoreşgerî, dagirkeran ji axa Kurdistanê biqewirînin. Yek ji gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê ên li herêma Bradostê li dijî dagirkeriyê têdikoşe, Azad e. Azad dibêje, hebûna baregehên Tirk li Başûrê Kurdistanê ji bo hikûmeta federe şermeke mezin e û wiha dipeyive: “Heta ku gerîla hebe, ti ji hewldanên dagirkeriyê wê bi ser nekeve. Em niha li Lêlikanê şer dikin. Li vir berxwedaneke mezin heye û em ê vê derê ji Tirkan paqij bikin. Hevkariya gel û gerîla wê dawî li dagirkeriyê bîne. Weke gerîlayekî ji Başûrê Kurdistanê dibêjim; ev erd erdê me ye.” Kurdistan jî dijmin jî yek e Gerîla Ferhat jî diyar dike ku li dijî dagirkerî û komkujiyên faşîzmê ew li her devera Kurdistanê şer dikin û wiha diaxive: “Kurdistan yek parçe ye û dijminê me jî yek e. Em li gorî vê rastiyê xwe amade dikin. Em bi îdîa ne ku bi ruhê serketinê pêngava xwe bi ser bixînin. Bi moral û coşeke mezin em pêngavê didomînin.”