Dr. Miley: Min wergera Ingilîzî ya pirtûka Sakîne Cansiz, Jiyana min her têkoşîn bû, bi xwe re bir Naîrobî. Min rojekê şemiyê ew pirtûk bir navendê û roja sêşema paşê, keçeke 14 salî hat cem min û pirsî; Tu Sara nas dikî? Ji min re behsa wê bike!

 

LUQMANGULDIVÊ/ NAVENDANÛÇEYAN

 

Dr. Thomas Jeffrey Miley ê Emerîkî ku endamê Delegasyona Îmralî ya Navneteweyî ye, îşaret bi berbelavbûna fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dinyayê dike ku ji bo vê yekê dibêje, fikra azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd li seranserê dinyayê îlhamê dide, û wiha dipeyive: “Heta li Naîrobiyê jî însan fikrên wî hembêz dikin. De ka lê bifikirin, heta li Naîrobiyê. Li wir jî mirov hene li Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ku serê xwe diêşînin li ser wê yekê ka ji bo têkoşînê çi lazim e.”

Dr. Thomas Jeffrey Miley ku dersdar e li zanîngeha Cambridgeê, yek ji edîtorên pirtûka nû çapbûyî “Your freedom and mine” (Azadiya we û ya min) e ku pirtûk berê xwe dide kampanya piştgiriya navneteweyî ya ji bo Ocalan û peywenda wê ya dîrokî. Miley çendek berê li Kenyayê bû û li wir bi çavên serê xwe dît ku fikra Ocalan li nav miletên bindest zû qebûlkirin. Miley ji me re qala pirtûka navbirî û pûtepêdana miletê Kenyayî ji bo fikr û ramana Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir.

 

Pirtûk diyarî Essa Moussa kiribûn

 

Miley, li ser pirtûka ku wî jî edîtoriya wê kirî ya bi navê “Your freedom and mine” (Azadiya we û ya min), got: “Ya rastî kelecanek bi pirtûkê re peyde bû. Pirtûk bi rastî jî berê xwe dide kampanya piştgiriya navneteweyî, behsa peywenda wê ya dîrokî dike. Bi fikrên Ocalan dadikeve. Esasen, li ser tecrûbe û şahidiyên endamên Delegasyona Îmralî ya Navneteweyî ye. Jixwe çawa hûn jî dizanin ku ev heyeta hanê înîsîyatîfa parêzerê Nelson Mandela, Dadger Essa Moussa bû ku beriya çendekê wefat kir. Pirtûk jî diyarî wî hat kirin.”

     

Maneya piştgiriya navneteweyî di sedsala 21´ê de çi ye?

Miley dibêje, esas, sedema kelecana wî ew bû ku pirtûk li bersiva pirseke diyar dike: Maneya piştgiriya navneteweyî di sedsala 21´ê de çi ye? û wiha dipeyive: “Jixwe di nava raya giştî de behsa wan zarokên wêrek ên ku çûn Rojava gelekî hat kirin, ên weke Anna Campbell ên ku li Rojava şer kirin. Lê belê gelek mistewayên cihê hene ji bo beşdariyê, gelek rêyên cihê hene ji bo ku em fêm bikin peywendiya di navbera Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û Têkoşîna Azadiyê ya li dijî kapîtalîzmê de çi ye. Ango me xwest em wan mirovên ku dinivîsîn, bînin cem hev, siyasetvanan, rewşenbîran, sendîkavanan, mirovên di tevgerên ekolojîst de yên ku peywendiya wan bi Murray Bookchin re heye. Armanc jî hinekî ew bû ku em van têkiliyên navneteweyî deynin. Mesele cidîgirtina peywendiya di navbera Tevgera Azadiya Kurd û tevgera navneteweyî ya firehtir de ye.”

 

De ka lê bifikirin, heta li Naîrobiyê

Li ser meseleya hembêzkrin û xwedîlêderketina fikra Ocalan, Miley behsa şahidiya xwe ya li Naîrobiyê ya paytexta Kenyayê dike û dibêje: “Li vir lihevrasthatina wê yekê heye ka mirov çawa zû peyamên Ocalan hembêz dikin, wan qebûl dikin û heta li Naîrobiyê jî ev lihev tê. De ka lê bifikirin, heta li Naîrobiyê. Li wir jî mirov hene li Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ku serê xwe diêşînin li ser wê yekê ka ji bo têkoşînê çi lazim e. Mirov Ocalan fêm dikin. Mirov bi girîngiya Tevgera Azadiyê ya Kurd dizanin.”

 

Tu Sara nas dikî ji min re behsa wê bike!

Li ser naskirina Ocalan di vê navenda têkoşîna civakî de jî Dr. Miley çend agahî û anektodan ji me re dibêje: “Min ne tenê pirtûka min edîtoriya wê kirî ‘Azadiya we û ya min’ bi xwe re bir, min her weha wergera Ingilîzî ya pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Sara: Jiyana min her têkoşîn bû’ jî bi xwe re bir wir. Min rojekê şemiyê ew pirtûk bir navendê û roja sêşema paşê, keçeke 14 salî hat cem min û pirsî; tu Sara nas dikî? Ji min re behsa wê bike!

 

Bextewer bûm ku min peyama Ocalan belav kir

Ev jî nîşan dide ku fikra azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd li seranserê dinyayê îlhamê dide. Ji ber wê jî ez gelekî bextewer bûm ku min peyama Ocalan belav kir. Dema ku ez li Naîrobiyê bûm, yek ji kesên ez bi wan re xebitîm, hat girtin. Ji girtîgehê wî telefonî min kir û got, ez weke Ocalan hîs dikim. Piştî ku hat berdan dîsa hat cem min û got, êdî ez weke Ocalan hîs nakim. Mirov girîngiya Ocalan hîs dikin. Ez bawer dikim haya wan ji girîngiya sembolîk a Naîrobî jî heye, weke cihê ku Ocalan bi komployê jê hat revandin.

Bi her halî bi ya min li wan deverên ku ji wan re dibêjin Dinyaya Sêyem hîna jî gelek kar heye ku divê bê kirin. Li wan deverên ku di serdema postkolonyal de hindek dewlemendiyeke pirr zêde berhev dikin, li ser feqîrî û rezîliya pirraniyeke gelekî mezin. Strukturên tîranîk hene, xwedî hêzên çekdarî ne. Li Kenyayê jî ´şerê li dijî terorê´ heye. Li vir jî li cihê cih xelk ji bo diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşin. Ez hêvî dikim ku em karibin têkiliyeke yekser deynin di navbera mirovên li Naîrobiyê têdikoşin û Tevgera Azadiya Kurd de.”

 
 

Getoyek li azadî û nasnameya xwe digere

   

Piştî behsa Naîrobiyê, ku ji bo Kurdan bêhtir bi Bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê hat, nasîn, me ji Dr. Thomas Jeffrey Miley pirsî ka, berê wî çawa ketiye Naîrobiyê, li paytexta Kenyayê ew rasta kê hatiye, têkoşîneke çawa ya edaleta civakî li wir heye: “Li Cambridge di xwepêşandanekê de komeke xwendekara a rizgariyê ku ji bo edaleta ekolojîk têdikoşe, û ev vê tevgera xwe global dikin. Piştî vê xwepêşandanê min kesekî ji Kenyayê nas kir. Ew aktîvîstekî siyasî ji Naîrobiyê bû. Em bi hev re peyivîn, pirtûka me (Azadiya we û ya min) pê re bû. Bi vî rengî me bi hev re da û stend. Me behsa Ocalan kir, me ji hev re got ka em têkoşîna Kurdan dibînin, ya li Naîrobiyê dibînin. Hasil me dît ku doz bi rengekî li hev dikin.

Gava ez çûm Kenyayê, ji wir min berê xwe da Naîrobî, Navenda Edaleta Civakî ya Mathareê (Mathare Social Justice Centre). Mathare li keviya bajêr e, getoyeke gelekî bi pirsgirêk e li Naîrobiyê. Narobî yek ji wan cihên ku bipêşketina kapîtalîst lê berhevbûyî ye li Efrîkayê, ew navendek e di vî warî de ne nexasim ji bo Rojhilatê Efrîkayê. Li Naîrobiyê taxên ku mîna New Yorkê pirr dewlemend hene, li aliyê din jî cihên ku ti tişta wan nîne, hene. Bi her halî, de facto sîstemeke Apartheid lê heye. Polîs hov e beramberî xelkê feqîr nexasim li getoyan. Yek ji karên vê navendê ye ku kuştinên bê dadgerî belge dikin. Bêhtirî 100 kuştinên bê dadgeh di nava kêmtirî 2 salan de pêk hatine bi tenê li yek getoyê. Ev geto hêza karker a esasî ne ji bo xelkê dewlemend ê bajêr. Wekî din dîroka vê deverê ya texrîbkirinê heta bi serdema kolonyal diçe. Hingê Mathare mekanekî ekolojîk ê daristanî bû, ku îro bi temamî hatiye texrîbkirin. Tişta ku vê navenda edaleta civakî pêşî kir ew bû ku daran biçîne. Ango bi ya min ew jî vê hêmana ekolojîk a edaleta civakî dibînin. Ew li dijî tîraniya dewletê têdikoşin û felaketa ekolojîk. Ew li bîra xwe jî vedigerin; ji ber ku Mathare ew daristan bû ku şervanên azadiyê yên bi navê Maw Maw xwe li vedişart, baregeha wan a Naîrobiyê lê bû. Îro jî hûn wê rewabûnê li wir hîs dikin. Hasil ew gihiştine wê encamê ku serdema postkolonyal azadî neanî, lê kir ku mirovên reş zilm û mêhtingeriya berê mirovên spî dikir, bikin. Ji ber wê ew dixwazin di sedsala 21´ê de diyarkirina çarenûsa xwe weke, kirina bi xwe ya kar û tiştan terîf bikin. Gelek kes ji jêr ve hewl didin xwe bi rêxistin bikin ji bo rengekî diyarkirina çarenûsa xwe ya kolektîf.”