Li Başûrê Kurdistanê koma 10’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, berê xwe dan Rojava û beşdarî “Berxwedana Rûmetê” bûn. Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 75 kesî.
Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xwe bi xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina hêzên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê, nîşan dide.
Hat gotin, hejmareke zêde ciwan jî bi înisiyatîfa xwe diçin Rojava.
SILÊMANÎ