Ciwanên Şoreşger: Ferzkirina tecrîda giran li ser Ocalan dewam dike, ev yek jî ji bo ku ramanên Ocalan ji gel qut bike ye. Hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikrên Ocalan dimeşin û projeya neteweya demokratîk de misoger dikin.

Meşa ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêr gihîşt Kobanê, doh heta bi gundê Elîpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê ve meşiya. Meşa ciwanên Bakur û Rojhlatê Sûriyê ku di roja sêyemîn de pêr gihîştibû Kobanê, doh ciwan heta bi gundê Elîpelûrê yê rojavayê Kobanê ve meşiyan.

Meşa ku ji navenda navçeya Çelebiyê (60 km li başûrê rojhilatê Kobanê ye) dest pê kiribû, piştî meşa 2 rojan, pêr gihiştibû bajarê Kobanê. Ciwan pêr bi şev li Kobanê man û doh ibehî ber bi gundê Elîpelûrê ve meşiyan.

Gundê Elîpelûrê yekemîn gund e ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2`yê Tîrmeha sala 1979`an de derbasî Rojava bû û 40 rojan lê ma. Piştî ku Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê gihiştin gundê Elîpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê, bi daxuyaniyekê meşa xwe doh bi dawî kir.

Meşa ciwanên şoreşger ên Sûriyê ku 12’ê Sibatê bi dirûşma “Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê serî hilde û Rêbertiyê azad bike” ji navçeya Çelebiyê ya 60 kîlometreyan li başûr rojhilatê Kobanê ye, destpê kir, piştî ku gihişt gundê Elîpelûrê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di meşê de bi sedan ciwanên Sûriyê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Minbic, Reqa û Tebqayê cihê xwe girtin. Di roja sêyemîn a meşê de ciwanan ji Meydana Jina Azad ber bi gundê Elîpelûrê ve dest bi meşê kirin.

Li ber mala Ocalan lê mayî daxuyanî dan

Giringiya gundê Elîpelûrê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem dema ji Bakurê Kurdistanê derket, derbasî wî gundî bû û 40 rojan li wî gundî mabû. Piştî meşa 10 kîlometreyan di bin baranê de ciwan gihiştin gundê Elîpelûrê, li wir ciwan li pêşiya mala ku Ocalan lê mabû, rawestiyan û wan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Delîl Cansiz ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de Cansiz Komploya Navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana wî ya li Îmraliyê jî silav kir.

Bi saya Ocalan azadî misoger bû

Cansiz teqez kir ku armanca komployê ew bû ku derbê li îradeya gelan bixe ku ber bi azadiyê ve diçin, û wiha peyivî: “Ferzkirina tecrîda giran li ser Ocalan dewam dike, ev yek jî ji bo ku ramanên Ocalan ji gel qut bike ye. Hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikrên Ocalan dimeşin û projeya neteweya demokratîk de misoger dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikrên Ocalan rizgar bû û ewlehî pêk hat.

Cansiz teqez kir ku wê berxwedana wan heta şikandina tecrîdê û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike.

Di dawiya axaftina xwe de Cansiz bang li ciwanan kir ku tevlî berxwedanê bibin, xwe birêxistin bikin û li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

 

ANHA / KOBANÊ