
RAMAZAN MARANKOZ / STRASBOURG
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê bi çalakiyan, serdan û hevdîtinên dîplomatîk dewam dike. Heyeta ku li ser navê çalakgeran hatiye avakirin, bi rayedarên Konseya Ewrûpayê û CPT´yê re hevdîtinan dike. Li aliyê din CPT´yê da zanîn ku ji bo biçin Îmraliyê wan miracaet kiriye lê belê dewleta Tirk hevdîtinî asteng dike.
Komên ji bajarên cihê yên Swîsre, Fransa û Elmanyayê li bajarê Fransayê Strasbourgê, li ber avahiya Konseya Ewrûpayê çalakiya rûnişyinê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln dewr girt. Çalakî îro di roja xwe ya çerem de ye.
Tevgera Jinê ya Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) û Kongreya Civaka DEmokratîk a Kurdistaniyan li Ewrûpayê (KCDK-E) ev çalakî di nava rêze çalakiyên bi şîara “êdî dem hat” de li dar dixe. Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê dibin, berê sibehê hatin cihê çalakiyê. Piştî paqijkirina hawîrdorê û civîna agahdarkirinê, çalakger 15 deqîqeyan bi zimanê cihê azadiyê ji Ocalan re bi sloganan dixwazin. Di konê çalakiyê de her roj li ser mijarên cihê semîner tên dayîn. Dostên Kurdan ên biyanî jî tevlî çalakiyê dibin û serdanan dikin û destekê didin çalakgeran.
Di çarçoveya çalakiyê de doh şehîdên Çiriya Pêşîn hatin bibîranîn.
Heyetên ku li derveyî çalakiya rûniştinê ku di nava wan de piştgiri*ên înternasyonalîst jî hebûn, hevdîtin kirin bi rayedarên Konseya Ewrûpayê re û bi Komîeteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewrûpî (CPT) re. Civîn û hevdîtinên heyetan hem bitesîr in û hem jî balê dikişînin ser xwe.
Serdana hilbijartiyên Îtalyan
Di roja diduyan a çalakiya rûniştinê de şaredarê bajarê Îtalya Martano, Fabio Tarantino, alîkarên şaredarê Marianoyê, Mario Zagheo û Marko Termo, ji navên pêşeng ê sendîkaya United a Ingilîz Simon Dubbins çûn serdana meydana çalakiya rûniştinê. Van herdu şaredariyên Îtalyayê jî welatîbûna rûmetê daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Rayedarên şaredariyan ên Îtalyan got, wan ji hikûmeta xwe re name nivîsandiye, ji hikûmeta Îtalya û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) xwestine ku navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derêxe. Van hilbijartiyan peyam da ku ew ê heta azadiya Ocalan jî bi têkoşîna gelê Kurd re bin.
Rêveberê sendîkaya Unitedê Simon Dubbins jî got, têkoşîna gelê Kurd ji bo wan jî tecrûbeyeke girîng e û moral dide wan.
Hevdîtin gelek in
Di roja duyem de hevdîtin bi gelek rayedarên Konseya Ewrûpayê re hatin kirin. Heyeta li ser navê çalakgeran avakirî, bi parlamenterên endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (MPKE) re rûnişt. Di nava endamên MPKE´yê de parlamneterên Qibrisî û ji Poartiya Çep a Elman jî hebûn. Heyetê li girtiyên siyasî jî dosyayek da parlamenteran. Di hevdîtinê de heyetê bal kişand zilma dewleta Tirk û komkujiyên wê nexasim jî li dijî Kurdan.
Endamên MPKE´yê jî got, ew pirsgirêka KUrd û bûyerên elaqedar ji nêz ve dişopînin û ew ê di sibe rojê de jî bi çalakgeran re bi tifaq bin.
Heyeta çalakgeran wekî din bi endamên CPT´yê re jî bi kurtî civiya. Di civînê ji CPT´yê re dilrehtiya û nearambûna ji ber haçênebûna ji rewşa Ocalan hat gotin. Ji CPT´yê hat xwestin ku biçe Îmraliyê û rewşê bi çavê xwe bibîne. Heyet wê hevdîtinên xwe yên li Konseya Ewrûpa û CPT´yê dewam bikin.
Tirkiyeyê destûr nedaye CPT´yê
Ji TJK-E´yê Xezal Karakuş, parêzerên Îtalî Arturo Salerno, Elenora De Majo, û şaredarê Martano, Fabio Tarantino weke heyetekê li ser rewşa Ocalan bi CPT´yê re rûnişt. Heyetê fikarên xwe yên derbarê Ocaln de parvekirin û rayedarê CPT´yê jî got, piştî hevdîtina 28´ê Nîsana 2016’an wan li ser rewşa Ocalan hevdîtin nekirine. Derket holê ku CPT´yê miracaet kiriye ji bo biîe Îmraliyê, lê dewleta Tirk destûr nedayê.