Jinên herêma Dirbesiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwepêşandanan rabûn.

Bi dehan jinên herêma Dirbesiyê ji bo şermezarkirina sîstema Îmraliyê beşdarî çalakiyan bûn. Xwepêşandanê li pêşiya navanda Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) destpê kir û heta bi navenda Kongreya Star dewam kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Kongreya Star Nesrîn Meimê daxuyanî xwend.

Nesrîn Meimê got, "Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji bo gel azad û bi rûmet bijî, Rêber Apo jiyana xwe feda kir. Kesek nikare roniya riya me ku bi felsefeya Rêber Apo ronî bûye, bitefîne. Heta Rêberê me azad bibe, em ê têbikoşin." 


ANHA/DIRBESIYÊ