Bi rasthatina salvegera 3´yan a rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ´ê, YJŞ û YBŞ´ê daxuyaniyên pîrozbahiyê weşand û peyama "Heta serketinê em ê bi misyona xwe rabin" da.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 13'ê Mijdarê salvegera 3. a rizgarkirina Şengalê li civaka Êzîdî, gelê Kurd û hemû gelan pîroz kir.

YBŞ û YJŞ bi wesîleya salvegera 3. a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyên nivîskî dan.

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê de di şexsê Şehîd Berxwedan û Berîvanan de hemû cangoriyên di berxwedan û serketina Şengalê de canê xwe feda kirîn, hatin bibîranîn.

Kêlî bi kêlî mezin bû

Fermandariyê bi bîr xist ku ji roja vekirina korîdora mirovahiyê heta 13'ê Mijdara 2015'an roja rizgarkirina Şengalê, gelek hevalên wan ên leheng şehîd bûne û got, divê rizgarkirina bajarê Şengalê weke berhem û encama vê têkoşîna bilind bê nirxandin.

Fermandariyê, şehadeta Mam Zekî Şengalî ya ji ber êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk bi bîr xist û got, ev yek dewama fermana 73’yan bû.

Daxuyaniya YBŞ´ê bi vî rengî bû: "Her çiqas ji bo tinekirina vîn û baweriya civaka Êzîdî êrîş û komployên qirêj hatibin kirin jî berxwedana ku mîrateya şehîdan, kêlî bi kêlî mezin bû û wê her mezin bibe. Herî dawî jî çûyîna me ya Sîba û Til-Ezer û mayîna hêzên me li vir, encama vê berxwedan û têkoşîna tola şehîdan a çar salan e."

Berxwedana xwe geş bikin

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê de hate gotin, "Li ser vê bingehê, em carekê din di sêyemîn salvegera rizgarkirina Şengalê de vê rojê li tevahî gelê xwe pîroz dikin û di şexsê hevrê Mam Zekî Şengalî de hemû şehîdên nemir ên berxwedana bêhempa ya Şengalê bi rêz û bi minnet bi bîr tînin. Heta serketin û azadiyê em ê têkoşîn û berxwedana xwe geş bikin û bi rol û mîsyona xwe rabin."

YJŞ: Êrîşên qirrker bişikînin

Fermandariya Giştî ya YJŞ´ê jî got, heta azadiya jinê û xweseriya Şengalê têkoşînê geş bikin. YJŞ'ê bi bîr xist ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an jî ji bo tinekirina ol û çanda Êzîdiyatiyê hate kirin, lewma bi hezaran jinên Êzîdî dîl hatine girtin.

Fermandariyê ragihand ku bi pêşengiya şervanên azadiyê, yekîneyên parastinê YBŞ û YJŞ'ê ev êriş şikandin û bi saya têkoşîn û berxwedaneke mezin îro ew li ser erdnîgariya xwe gelê xwe diparêzin.

YJŞ'ê destnîşan kir ku berxwedana wan û ya civaka wan li dijî êrîşan roj bi roj mezin dibe û ew ê hemû êrîşên faşîst ên qirker bişikînin. n ŞENGAL