Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi amadebûna dehan dezgehên çapemeniyê li bajaroka Rimêlanê derbarê şerê li Cezaa civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl axivî û diyar kir ku ewê berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî bajaroka Cezzayê heta serkeftinê bidomînin. Xelîl got ku çeteyan hewl dan derbasî xeta di navbera Şengal û Cezzayê bibin, lê bi saya berxwedana şervanên YPG û YBŞ'ê hemû planên çeteyan biser neketin. Rêdûr Xelîl bang li hemû dezgehên çapemeniyê kir ku rola xwe ya niştîmanî bicih bînin, rastiyan ragihînin û di nûçeyên derewan nekin û got ku divê ev dezgeh destekê bidin hêzên Kurdî yên çar beşên Kurdistanê.


´Êrişî xeta Şengal û Rojava dikin´

Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em niha di qonaxeke pir nazik re derbas dibin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe êrîşî Şengal û bajaroka Cezzayê dikin. Armanc ji van êrîşan, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Yekîneyên me roleke girîng û mezin di valaderxistina hemû planên çeteyan de lîstin. Di van şeran de 23 hevalên me şehîd ketin, bi sedan çete hatin kuştin û di nava wan de 3 emîr hebûn." Rêdûr Xelîl diyar kir ku van tekoşeran ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê û parastina hemû pêkhateyan jiyana xwe jidest dane û wiha got: "Wekî Fermandariya giştî a YPG'ê em şehîdên berxwedana Cezza slav dikin û soza şopandina riya wan û xwedîderketina li gelê Kurd dûbare dikin."


´Armanc fetisandin e´
Rêdûr Xelîl destnîşan kir ku piştî Pêşmerge ji Şengalê vekşiyan û Êzîdî bê parastin ma, şervanên YPG/YPJ'ê roleke girîng lîstin û bi hezaran Kurdên Êzîdî ji destê çeteyan rizgar kirin. Her wiha da xuyakirin li wir Yekîneyên Berxwedana Şengalê hate avakirin û Hêzên Parastin Gel (HPG) ji bo parastina sivîlan berê xwe da Şengalê. Xelîl wiha dewam kir: "Çeteyên DAIŞ'ê êrşên li dijî Cezzayê zêde kirin û çekên giran bikar anîn. Gelek armanc ji êrîşên wan hebûn. Wan dixwestin ku xeta di navbera Cezza û Şengalê de bigrin, Di kesayeta şervanên YPG'ê de tolê ji gelê Kurd hilînin, îradeya şervanên YPG/YPJ'ê bişkînin û ber bi bajaroka Rimêlanê ve pêşde biçin."

´Rastiyan ragihînin gel´

Rêdûr bal kişand ser rola girîng a çapemeniyê di ragihandina rastiyan ji bo raya giştî de û got ku ev peywireke niştîmanî ye û divê hemû kes pêk bîne û rastiya berovajî neke. Xelîl wiha axivî: "Em ji hemû dezgehên çapemeniyê yên Kurdî hêvî dikin ku erka xwe ya netewî û niştîmanî bicih bînin, rastiyan ji raya giştî re ragihînin û xwedî li  berxwedana gelê Kurd a li Rojava û Başûrê Kurdistanê derkevin." Di dawiya civînê de Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew wekî YPG'ê wê li rex hêzên Kurdî (YBŞ û HPG) bin û ji bo rizgarkirina herçar parçeyên Kurdistanê dê li hemberî çeteyan bisekinin. Xelîl got ku wê berxwedana wan li Cezzayê heta serkeftinê berdewam be.

NAVENDA NÛÇEYAN