Çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz û Herêm Mehmud a li hemberî tecrîdkirina Ocalan bi biryardarî dewam dike.

Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ev 182 roj in ku li dijî tecrîda mutleq di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Tevî ku tendirustiya Yagiz her roj xirabtir dibe jî,  Yagiz dermankirinê qebûl nake û dibêje, ew ê heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe çalakiya xwe dewam bike.

Bi berxwedanê kêfxweş dibe

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistan Muzeyen Guneş der barê çalakiya Yagiz de peyivî û got; “Nasir ti carî li ser rewşa tendirustiya xwe nafikire. Yagiz hertim girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, yên di greva birçîbûnê de tîne bîra xwe. Hinek caran rewşa Yagiz gelek xirab dibe. Dema ku Nasir dibîne çalakiya greva birçîbûnê dewam dike û her ku diçe berfireh dibe, gelek kêfxweş dibe.”

   

Li dijî zilmê  serî hildin

Çalakiya greva birçîbûnyê ya Herêm Mehmud jî di roja 87’an de dewam dike. Herêm Mehmûd li ser piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê peyivî û got, “Di despêkê de piştgirî kêm bû, lê niha berfireh bûye. Rojane welatparêz nûnerên partiyan, aliyên siyasî, ol û pêkhate tên serdana min û piştgiriya xwe tînin ziman. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, ez ê çalakiya xwe bi dawî nekim. Ez bang li hemû Kurdan dikim da ku giringiyê bidin van çalakiyan. Bi taybetî çalakiya greva birçîbûnê ya rojiya mirinê gelekî girîng in. Karê herî pîroz ew e ku mirov li dijî zilm û dagirkeriyê bi çalakiyên sivîl canê xwe feda bike. Lazim e her kes rabe serîhildanê û dijî zilmê dengê xwe bilind bike.”

 

HEWLÊR/GERMIYAN