Bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amede Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kirin. Di çalakiyê de endamên KJA’yê, Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK’ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek binçavkirina Hevşaredaran şermezar kir û diyar kir ku heta ew mafê xwe yên hatiye desteserkirin paşve bigirin û bigêjin encamê dê di ber xwe bidin. Yuksek, bilêv kir ku li dijî vîna hemû gelê kurd êrîş pêk hatiye û xwest li her derê berxwedan were pêşxistin. 

Demîrtaş: Bêqaniya herî mezin AKP dike

Piştî Kamûran Yuksek Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş jî axivî û wiha got: “2 rojn li tevahiya Kurdistanê înternetê tune. Ji bo rastiyan veşêrin înternet qut kirine. Dîsa ji ber ku kanalên medya girtî bin, rastiya vir nayê dîtin. Lê em dê mal bi mal bigerin û rastiya xwe ji her kesî re bêjin. Mafê azadiya tu kesî tune ku suc bike. Li holê sucê ku hevşaredarên me kirine tune. Komîsyona Hiqûqê ya AKP’ê çima min darizîne. Ez ne mecbûr im ku îfade bidin komîsyona hiqûqê ya AKP’ê.” 

Demirtaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hevşaredarên me derfetên şaredariyê ji bo aştiyê pêşkêş kirin. Ger ku hûn dibêjn piştgirî daye terorê wê demê li Şaredariyên Enqere û Stenbolê binerin. Me qurişekî şaredariyan pêşkêşî PKK’ê nekiriye. Tenê delîlekê nîşan bidin em qayilin. Hemû derew in. Tiştekî wisa tune ye. Yên ku çekan di DAIŞ’ê re dişînin hûn in.” 

‘Kê rişwet xwariye diyar e’ 

Demîrtaş, bilêv kir ku b belgeyan derket holêku şaredariyên AKP’ê ruşwet xwarine û wiha berdewam kir: “Kê rişwet xwariye û kê nelirêtî kiriye diyar e. Rojname û rojnamegerên ku hatine firotin. Çapemeniya AKP’ê û hawiz ku xizmeta wan dike rastiyan vedişêre. Li vir berxwedan heye. Lê vê rastiyê nabînin. Em bagn dikin dibêjin Hûn dê mafê me yê hatine desteserkirin dê paşve bidin. Em hemû mafê xwe dixwazin. Yên ku li dijî qanûnan tev digerin hûn bi xwe ne. Şev nivê şêvê bêyî parêzer li şaredairyan lêgerîn dikin. Ev li dijî qanûn û hiqûqê ye. Bêqanûniya herî mezin hûn AKP dikin. “ 

‘Ji bo siyaseta demokratîk têkoşin’

Demîrtaş, bibîrxist ku ew ne dizin û her dem ji bo siyaseta demokratîk tê dikoşin û wiha got: “Emê heta dawî di siyaseta demokratîk de israr bikin. Ev ji bome ne taktîk e. Ji bo me siyaseta demokratîk strateşîk e. Yê vê yekê asteng dike hûn in. Dewlet û siyaseta bi aqil dê rêya muzakere û siyaseta demokratîk veke. Lê niha aqilê dewlet û siyasetê hatiye girtin. Li şûna rêya siyaseta demokratîk veke asteng dike û bi qeyûmê her tiştî desteser dike. Em vê yekê qebûl nakin. Li vir darbekar tune. Li vir gel heye. Her çend dibêjin OHAL li dijî darbekaran hatiye îlankirin jî îro OHAL li dijî gel ketiye meriyetê. Dê li dijî vê yekê gelê me li her derê li kolanan be. Em dê heta dawî di ber xwe bide. Em dê mafê xwe yê berxwedanê heta dawî bikar bînin. 

‘Em serî didin lê em serî natewînin’

Demîrtaş, herî dawî biryara xwe wiha anî ziman: “Ger ku ji mere bêjin serî bitewîne, bila li qisûrê nenerin. Em dê serî bidin lê em serî natewînin. Em dê li gorî mafê gerdûnî mafê xwe yê çalakyian bikar binin. Em heta encam bistînin em dê di ber xwe bidin em teqez gavan paşve navêjin. Gelê Amedê ne tenêli vir, dê li her derê li her kolanê mafê xwe yê berxwedanê bikar bîne. Bila li qusûrê nenerin, em ne miha ber kêrê ne. Em dê mafê xwe yê demokratîk heta dawî di ber xwe bidin. Em dê sekna xwe ya berxwedanê heta dawî biparêzin. Ev mafê me wekî sekna li dijî 15’ê Tîrmehê rewa be rewa ye. Em dê mal bi mal bigerin û li dijî girtin, qeyûm û êrîşa li dijî vîna xwe kampanya berxwedanê bimeşînin. Em dê bi biryar vîna xwe biparêzin û ji bo maf û azadiya xwe heta dawî di ber xwe bidin. Ji bo mafê xwe heta dawî em dê di ber xwe bidin. Em dîsa bang dikin ku bi lezgîn hevserokên me yên 19 rojin di bin çavan de dîl hatine girtin bên berdan.” 


NAVENDA NÛÇEYAN