Li Gelek bajarên Elmanya, Fransa, li bajarê Swîsreyê Zurichê û li payexta Yewnanistanê Atînayê, doh bi çalakiyan û di meş û çalakiyên ji bo 1´ê Îlonê de bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Kurdistanê, hat rûreşkirin. Çalakgeran nexasim peyama têkoşîna bi hev re da.
Li bajarên elmanyayê Duisburg, Nurnberg, Stuttgart, Hamburg, Hannover û Kasselê bi çalakiyên cihê qeyûmên dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên li gel hevparên Platforma Demokrasî ya Duisburgê, tevlî meşa ji bo roja li Dijî Şer a 31’ê Tebaxê ya li Duisburgê bûn.
Di meşê de Kurdistaniyan nerazîbûna xwe ji dagirkirina şaredariyan nîşan da.
Çalakiya rêxistinên çepgir ên Elman li Duisburg Kuthorê saet 12:00’an dest pê kir.
Di çalakiyê de amadekariyên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava jî hate şermezarkirin û hate gotin, divê Yekîtiya Ewrûpayê, dewleta Elman li dijî êrişan bibin xwedî helwêstên cidî.
Bi beşdariya endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Nurnbergê, DÎTÎF, Die Linke, DKP, Lînke Lîste û partiyên siyasî li bajarê Elmanyayê Nurnbergê li Hallplatz a navenda Nurnbergê mîtîngek li dar xist. Kurd û dostên wan jî tevlî çalakiyê bûn û dagirkirina şaredariyên Kurdistanê protesto kirin.
Çalakiyên 1´ê Îlonê jî li dijî dagirkeriyê bûn
Li Stûttgartê di çalakiya 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cihanê de darbeya li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê jî hate şermezarkirin.
Platforma hevgirtina HDP’ê û Die Linke konekî hevpar danî. Elaqedarî dagirkeriya bi qeyûmên a li Amed, Wan û Mêrdînê, agahî hatin dayîn.
Di çalakiyê de pankartên li ser wan nivîsandî ‘’Destê xwe ji Rojava vekişîne, Ji Kurdistanê re azadî, bila qedexeya li ser PKK’ê rabe’’, ‘’Ji qeyûman re êdî bes e” jî hatin hilgirtin. Çalakiyê li Stuttgart Stauffenberrgplatzê dest pê kir û li Schlossplatzê bi dawî bû.
Bi beşdariya Kurdistanî, Platforma Demokrasî ya Hambûrgê, ATÎK, AGÎF, hevparên NCDK´a Hamburgê li Hamburgê, dagirkeriya qeyûman hate protestokirin. Parlementerê Partiya Çep ê Hamburgê Denîz Çelîk, ji Platforma Demokrasiyê ya Hamburgê Devrîm Rênas û aktivîsta jin Anja Flach axivîn.
Milet dikare bi qeyûman
Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyeke rûniştinê ya li navenda Hannoverê qeyûm protesto kir. Di çalakiyê de Ciwan Çewlig got, “Bi qeyûman (rayedarên dewleta Tirk) nagihêjin ti cihî, em ê her alîgirên aştî û azadiyê bin.”
Hevserokê NCKD´a Hannoverê, Edlê Aslan jî banga piştevaniya li dijî desteserkirina şaredariyan kir.
Kuristanî û dostên wan ên li Kaselê û derdora wê, bi meşeke ji Halitplatzê, dagirkirina şaredariyên Kurdistanê protesto kir. Meşê heta pêşiya şaredariya Kasselê dewam kir.
Li seranserê Fransa çalakî
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên wê Marsîlya, Berdeaux, Rennesê jî çalakiyên bi heman armancê hebûn.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengtiya Platforma Demokrasiyê ya Parîsê, daketin meydanan. Meşa wan li Meydana Republique êvarê saet 18:00’an dest pê kir. Çalakgeran dagirkeriya bi qeyûman şermezar kir. Çalakger heta bi Meydana Chateleyê meşiyan û li vir çalakî veguherî mîtîngê.
Kurdistanî û dostên wan pêr bi şev li Meydana Cenebiere ya Marsîlyayê hatin ba hev û bi çalakiyeke girseyî qeyûm rûreş kirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gel Abdullah Ocalan û alên TJK-E’yê hatin hilgirtin.
Li Bordeauxê jî Kurd û dostên wan dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyeke li ser Rêya Sainte Catherineê protesto kir. Hevserokê CDK-Bordeauxê Mehmet Varto li vir axivî û got, çi dibe bila bibe, li her derî ew ê AKP/MHP’ê teşhîr bikin.
Li Rennesê jî endamên Komeleya Jinê ya Zîn û Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Amara li Meydana Colombiayê çalakiyek kir. Çalakger ji wir ber bi Meydana Republiqueê ve meşiyan û wan qeyûm protesto kir.
Em ê bi hev re têbikoşin
Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Qada Rathousbruck bi tevlîbûna Swîsreyî, Tirkiyeyî, Kurdistanî û derdorên wê, li bajarê Swîsreyê Zurichê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê (ÎDGB) hat gotin, “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û desteserkirina şaredariyan, em ê bi hev re têbikoşin.” Li ser navê Partiya Keskan, li ser navê Partiya Sosyalîst (PS), ji Komîteya Pira Biratiya Zurîch-Amedê, ji Rêxistina Jinan a Femînîst a Înternasyonalîst û hevşaredarê berê yê Êlihê Nejat Atalay di çalakiyê de axivîn.
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê çalakiya nobetê û dezgeha protestokirina dagirkeriya şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê, dawiya hefteyê di roja 8´an de bi dawî bû. Di çalakiya li Meydana Syntagmayê de alên HDP’ê, posterên Rêberê Gel Abdullah Ocalan hatin hildan û belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN