Bi daxwaza piştgiriya çalakiya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê pêr li 3 bajaran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Heman rojê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Amed, Wan û Êlihê de girt û 29 kes li Êlihê, 25 kes li Amedê û 14  kes jî li Wanê  destgîr kirin. Tevgera jinên Kurd TJA’yê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Têkoşîna me mafdar e

TJA´yê di daxuyaniyê de îşaret bi van xisûsan kir, “Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê, wê ti carî bi destgîrkirin û zextan neyê tepisandin. Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê dewam bike.”

TJA’yê diyar kir ku Ocalan yek ji hîmên bingehîn ên aştiya mayînde ya gelên Rojhilata Navîn e û got, “Di serî de jin, em bang li hemû alîgirên aştiyê dikin da ku tecrîdê bişikînin û piştgiriyê bidin Leyla Guvenê.“

Dayika 80 salî bi erdê re kaş kirin

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî li meclîsê der barê budceyê û çalakiyên grevê de axivî. Daniş Beştaş got, butçeya heyî budceya şer e.

Beştaş, têkildarî serdegirtina avahiyên HDP’ê jî 2 wêne nîşan dan û  got, “Li Amedê 300 polîsan bi ser avahiya me ya bajêr de girt. Dayika 80 salî bi erdê re kaş kirin. Destûr nedan ku pêlavên xwe têxin piyên xwe. Pêxwas ew destgîr kirin. Hûn dê ji bo Dayika Taybet a cenazeyê wê hefteyekê li kolanê hat hiştin, çi bibêjin. Dor li avahiya HDP’ê ya Êlihê girtin. Sedem greva birçîbûnê bû. Li ti dera cîhanê greva birçîbûnê ne sûc e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN