Zelal Xebat: Em gelekî wisa ne ku me soz daye em azadiya bêyî rêber Ocalan naxwazin. Em ti carî gavan bi paş ve naavêjin. Ji ber wê jî divê em fikrên Ocalan li her derê pêk bînin û li ser rêya wî bimeşin heta ku em pergala Îmraliyê hilweşînin.

Yek ji rêveberên Kongreya Star a kantona Efrînê, Zelal Xebat got, Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê Kurd, heta roja îro didome. Zelal destnîşan kir ku Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ev komplo têk bir û divê asta têkoşînê were bilindkirin û pergela Îmraliyê were hilweşandin.

Kongreya Star bi armanca şermezakririna Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku salvegera wê ya 20 nêzîk dibe, civîneke berfireh ji Hêzên Parastina Civakî-Jin re li dar xist. Civîn li hola Kampa Serdem a kantona Şehbayê hat lidarxistin. Bi dehan jinên Kurd û Ereb beşdarî civînê bûn.

Li hola civînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Hêzên Parastina Civakî – Jin hatin daliqandin.

Di civînê de yek ji rêveberên Kongreya Star a kantona Efrînê, Zelal Xebat axivî û destnîşan kir ku dewletên cîhanê li hev kom bûn û ketin nava komploya li dijî Ocalan. Zelal Xebat diyar kir ku kesên ku komplo pêk anî hemûyan dixwest Ocalan bixin xefka sîstema xwe ya kapîtalîzmê, lê ji ber ku Ocalan bi hemû planên wan dizanî, wan jî ji ber vê yekê li dijî wî komplo pêk anîn.

Ocalan keys neda dijminên demokrasiyê

Zelal Xebat destnîşan kir ku armanca komployê ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li tevahiya cihanê belav bûye û her kes pê bi bandor bûye, qirr bikin. Zelal di dewamê de got, “Ji ber ku fikrên wî dikarin cihanê biguherîne û cihanê ber bi demokrasî û jiyana hevbeş ve bibe.”

Zelal got têkoşîn û berxwedana Ocalan û berxwedana wî ya bi dehan salan di girtîgeha Îmraliyê de Komploya Navneteweyî têk bir û ti carî derfet neda dijminên demokrasiyê ku armancên xwe pêk bînin.

Ji fikra Ocalan ditirsin

Zelal Xebat diyar kir ku fikrên Ocalan gelek guherîn li ser asta Kurdistanê çêkirin û wiha dewam kir: “Ji beriya 3 salan ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Ev yek jî diyar dike ku dewletên cihanê ji fikr û feleseya Ocalan ditirsin.”

Zelal Xebat di axaftina xwe de îşaret bi çalakiyên ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan ên bi serkêşiya Leyla Guven û hevrêyên wê kir û wiha peyivî: “Her çalakiyek ji bo dewletên desthilatdar ku dixwazin tecrîdê rewa bikin, derbek e.”

Zelal Xebat li ser siyasetên dewletên dijberî Ocalan û gelên ku baweriya wan bi fikrên wî tê jî wiha peyivî: “Em gelekî wisa ne ku me soz daye em azadiya bêyî rêber Ocalan naxwazin. Em ti carî gavan bi paş ve naavêjin. Ji ber wê jî divê em fikrên Ocalan li her derê pêk bînin û li ser rêya wî bimeşin heta ku em pergala Îmraliyê hilweşînin.”

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û daxwaza azadiya wî bi dawî bû.

 

ANHA /ŞEHBA