Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 17’an de didome. Greva birçîbûnê li Hewlêrê doh ji aliyê koma 8’an ve hate dewrgirtin.

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Abid Îke di dema dewirgirtina koma nû de axivî û got; “Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bidome û parlamenterên HDP’e di girtîgehan de bin wê çalakiya greva birçîbûnê ya me jî dewam bike.”Îke ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê xwest ku tenê piştgirîkirina wan ne di çarçoveya serdanan de be û got; “Pêwîst e ew an jî li gel me dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji ber ku îro li Bakurê Kurdistanê dijberiya Kurdan tê kirin, wê sibe li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din jî dijberiya Kurdan were kirin.”

 

 ANF/HEWLÊR