
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî van êrîşan, divê gelê Kurd û dostên wan, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat tavilê rabin ser piyan, dewleta Tirk a ku ev êrîş kiriye li tevahiya cîhanê şermezar bikin û heta bê cezakirin, çalakiyên xwe bidomînin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi dehan balafirên şer ên dewleta Tirk, di 24'ê Nîsanê roja salvegera Qirkirina Ermenî-Asûrî-Keldanî-Surya-niyan de êrîşî warê Êzîdiyan Şengalê û gelê Rojavayê Kurdistanê û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê kir ku şoreşa herî bingehîn a demokratîk li Sûriye û Rojhilata Navîn dike. Em hemû şervan û mirovên me yên sivîl ên di vê êrîşê de şehîd bûyî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan, gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin."
Dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandinî ser dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdên azad tê kirin û hat gotin, "Dewleta Tirk, ji ber ku polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan û hemû nasnameyên cuda dimeşîne, dijminatiyê li rastiya Kurdên azad ên li dijî vê polîtîkayê li ber xwe dide, dijminatiyê li qadên azad û demokratîk dike. Her ku Kurd li Bakurê Sûriyeyê û Şengalê azad dibin, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk derba mezin dixwe. Ji ber vê yekê êrîşî van qadên ku jiyana demokratîk û azad li wan şîn bûye, kiriye."
KCK´ê got, dewleta Tirk bi armanca dewamkirina qirkirina Êzîdiyan êrîş biriye ser Şengalê jî û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk ji bo pêşî li avabûna jiyana demokratîk û azad li Rojhilata Navîn bigire û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomîne, êrîşî Şengalê kiriye."
Ev êrîş li dijî hemû Kurdan e
Di dawiya daxuyaniyî de KCK ev bang kir: "Li dijî van êrîşan, divê gelê Kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tavilê rabin ser piyan, dewleta Tirk a ku ev êrîş kiriye li tevahiya cîhanê şermezar bikin û heta bê cezakirin, çalakiyên xwe bidomînin. Pêwîst e gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava zanibe ev êrîş li dijî hemû Kurdan e û li her cihî li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker bê navber çalakiyan bike. Divê çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê werin kirin, veguherin têkoşîna têkbirin û derxistina hêzên dagirker ên dewleta Tirk."
BEHDÎNAN