Bi biryardarî û bi baweriya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Berxwedan jiyan e’, şêniyên Efrînê rexmî dijwariya şert û mercên jiyanê li Kampa Berxwedan dijîn û bi israr soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina xaka xwqe ji terorê didin.
CEFER CAFO/ELÎ KEDRO / ANHA / ŞEHBA
Ji 6 mehan ve rêxistinên ku qaşo banga mirovahiyê dikin, bi tu şêwazî alîkariya şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkirina artêşa Tirk ji Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, pêşkêş nekirine. Her wiha wan rêxistinan rewşa birîndaran li kampan û astengiyên ku ji ber germ û sermayê dikişînin, paşguh kirine.
Di Kampa Berxwedan de zêdetirî 742 konan hene. Her wiha kamp 2 hezar û 865 kesan dihewîne. Şêniyên kampê soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û vegera malên xwe da.
Yekemîn kampa li Şehbayê hatine vekirin Kampa Berxwedan e ku dikeve bakurê navçeya Efînê. Ev kamp bi armanca pêşwazîkirina şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin û ji ber nebûna malan li kantonê û ji ber ku binesaziya Şehbayê bi temamî wêran bûbûn, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate vekirin.
Pêşî bi derfetên xwe yên heyî Rêveberiya Xweser dest bi rastkirina zemîna kampê kir. Piştre kon vedan û şênî lê bi cih kirin. Paşê gelek sazî wekî Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Ciwanên Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan, desteyên çandinî û tenduristiyê û hwd. xwe di nav kampê de bi rêxistin kirin.
Xizmetên pêdiviyan pêk anîn
Bi desteka Rêveberiya Xweser re ev meclis xebatên xizmetguzariyê yên wekî av û elektrîkê pêşkêş kirin. Her wiha şaredariyê 2 sûkên gelêrî di kampê de ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan ava kirin. Ji bo zarokan jî dibistan û park hatin vekirin.
Têkildarî mijarê endamê rêveberiya Kampa Berxwedan Şêxo Ibrahîm diyar kir ku di dema belavkirina alîkariyan de gelek zehmetî kişandine û got: “Ji ber dorpêça li ser herêmê ji çar aliyan ve bi derfetên xwe û bi desteka welatiyên herêma Cizîrê, me alîkarî pêşkêş kir.”
Nexweşî li kampê zêde dibin
Heyva Sor a Kurd hewl dide alîkariyên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş bike. Lê hin haletên nexweşiyan hêza wan derbas dikin. Ji ber nepeydabûna alavên tenduristiyê, tunebûna dermanên pêwîst, Heyva Sor a Kurd zehmetiyan dikişîne. Di encamê de gelek nexweşî di nav kampê de belav dibin.
Eger rewşa nexweşekî giran be navenda Heyva Sor neçar dimîne wan nexweşan bibe derveyî herêmê. Lê ji ber dorpêça ku ji çar aliyan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, hin caran nexweş nikarin derbas bibin û di encamê de jiyana xwe ji dest didin.
Heta rizgariyê berxwedan
Welatiyê bi navê Hebîb Omer ku li Kampa Berxwedan bi cih bûye, tekez kir ku piştî hatine kampê, jiyana xwe bi awayekî komînal bi rêya komîn û meclisan bi rêxistin kirine û wiha domand: “Ji destpêka avakirina kampê û heta îro Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî kampê dike. Ruxmî şert û mercên dijwar ên jiyanê li kampê û kêm derfetan berxwedana ku me li Efrînê dest pê pêkiribû, heta rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyan, em ê berdewam bikin.”
Rêxistinên mirovî xwe kerr dikin
Yek ji niştecihên din Cemîl Reşîd anî ziman ku ev biqasî 7 mehan ew li kampê ne û got:“ Heta niha tu rêxistineke mirovî alîkarî pêşkêşî me nekiriye. Tenê rêveberiya kampê û meclis bi desteka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariyê li şêniyan belav dike.“
Reşîd destnîşan kir ku berdewamkirina paşguhkirina cîhanî li hemberî rewşa şêniyên Efrînê, berdewamkirina komploya navdewletî li dijî Efrînê ye û domand: “Ji destpêkê û heta niha em dest ji berxwedana ku me bi rihê Avesta û Barînê dest pê kiribû, bernadin û heta pêkanîna hemû armancên xwe û armancên şehîdên azadiyê berxwedana me berdewam e.”