Mitterand di nexweşxaneyeke ya Parîsê de, 15 sal piştî hevserê xwe François Mitterand xatir ji jiyanê xwest. 87 salî bû. François Mitterand, yekemîn serokkomarê sosyalîst ê V.Komarê bû. Mitterand di 7’ê çile 1984’ê de li Viyanayê Qirkirina Ermeniyan nas kir û bi vî awayî bû yekemîn rêberê cîhanê yê ku qirkirina Ermeniyan nas kir.Ji ber tekoşîna hevsera wî Danielle Mitterand a ji bo gelê Kurd, weke “Dayîka Kurdan” di hate naskirin.
Rojnamevanê Kovara Nouvel Observateur, Robert Schneider, ku bi salan peywendiyeke baş a wî û cota Mitterrand re hebû, der barê Danielle Mitterandê de wiha dibêje; “14 cotmeh 1994, sê roj piştî emeliyata xwe ya duwemîn. François Mitterrand pir lewaz bibû. Wî ez li Elysee vexwendim xwarina firavînê. Danielle jî bi me re bû, hinek li ser hişê xwe çûbû. (François Mitterand) keniya û j imin re got; ‘Şensê we heye, hevsera we Frensî ye! Hevsera Serokkomar, Ew yeke Kurd e! Yekê ligel xwe bimin da naskirin, got ku ev şervaneke wêrek û dilêr ê Kurd e. Lê min piştre zanî ku terorîstek metirsîdar e!’ Danielle jî bi vê yekê dikeniya.”Navê Danielle Mitterrand di 21 gulana 1981, ligel bûyîna serokkomar a François Mitterrand ket nava dîroka Frenseyê. Mitterand yeke First Lady a ku bi nêrînên xwe yên çepgir dihate naskirin bû. Di sala 1986 de Weqfa Azadiyê saz kir. Ev weqf mafê jin, mêr û bindestan diparêez.
Weqfa Mitterandê endama Koordînasyona Piştgiriya ji bo Gelê Kurd a ku komeleyên Kurd û Frensî tîne ba hev bû jî. Weqfê di daxuyaniyeke ya xwe de ji bo koordînasyona ku ew jî endam bû wiha digot; “Nunerên hemû aliyên Kurdistanê” û diyar dikir ku armaca koordînasyona ew e ku rê bide ku pirsgirêka Kurd bi riyên aşitiyane çareser bibe. 

Gelê Kurd dê  ‘dosta’ xwe ji bîr neke

Mitterrand ji salên 1980’yî û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nava çalakiyên mirovî de bû. Di sala 1986 de, ji bo azadiya Şaredarê Amedê Mehdî Zana yê ku piştî cuntaya leşkerî ya Tirk hate girtin û 14 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, bû angaje. Mitterand, ji bo azadiya Leyla Zana jî di asta navnetewî de roleke girîng leyîst. Piştî ku rêberê Kurdan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Ebdulrehman Qasimlo di tîrmeha 1989 de li Viyanayê bi sûîqestê hate qetilkirin, dest bi parastina mafê Kurdan kir.Danielle Mitterand weke dosteke hêja ya Kurdan tê nasîn. Her tim piştgirî da gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê yê ku bi zilma rejîma Seddam re rû bi rû ma. Peykerê wê di sala 2010 de li bajarê Helepçe yê Başûrê Kurdistanê hate danîn. Danielle Mitterand di axaftina xwe ya di 2009 de, di Parlementoya Herêma Kurdistanê kir de gotibû; “Kurdistan welatê min e.” Mitterrand, di sala 1989 200 malbatên Kurd ji kampên penaberan biribû Frenseyê. Danielle Mitterand ji nêz ve bi pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê re jî eleqeder dibû. Di sala 1999 de gava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Romayê, Mitterand wiha gotibû; “Ocalan bi hatina xwe ya Romayê xelatekê daye Îtaliyan. Bi vî awayî her kesê pirsgirêka Kurdan nas kir. Hemû Kurd û Ocalan di dilê min de ne. Weqfa ku min ava kiriye bi salane xizmeta doz û tekoşîna wan dike. Ez jî ji bo tekoşîna wan derketime ser dikê. Ocalan ne terorîst, şervanek ê azadiyê ye.”

ANF/PARÎS




Ji KNK’ê û KONGRA GEL peyam

Der barê wefata dosta Kurdan Danielle Mitterand de Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Kongreyê wiha ye: “Dosta Kurdan û evîndara mirovahiyê Ladya demekê ya Fransayê Danielle Mitterand çû ser dilovaniya xwe. Mirina Danielle Miterand ji bo Kurdan, ji bo gelên bindest, ji bo jinan û ji bo mirovahiyê tevan windahiyek mezin e. Di demeke ku cîhanê û hêzên cîhana global li dijî Serokê Tevgera Azadiya Kurd birêz Abdullah Ocalan de, komploya wekî rûreşiya dîroka mirovahiyê lidardixinstin de, Mitterand, dengê xwe bilind kir û parastina Ocalan û gelê Kurd kir. Di heman demê de, li dijî bombardumanên komkujî yên balafirên şer yên diktatorê hemdemî Sedam Huseyin derket û di qedexekirina fira balafirên şer yên Saddam, ya di ser herêma Başûrê Kurdistanê  de, roleke sereke lîst. Bi vê mebestê mirina Danielle Mittarand, ji bo gelê Kurd, ji bo jinan  û gelên bindest teva windahiyek mezin e û gelê Kurd bi winda kirina vê dosta mezin xemgîn bû. Em wekî KNK’ê jî, xemgîniya xwe tînin ziman sersaxiyê ji malbata Danielle Mitterand, ji gelê Fransa, gelê Kurd, tevahiya jinên cîhanê  û gelên bindest re sersaxiyê dixwazin.”

Ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e
SerokêKONGRA GE Remzî Kartal bi boneya wefata dosta Kurdan Danielle Mitterandê peyameke sersaxiyê weşand. SerokêKONGRA GE Kartal diyar kir ku wefata dosta Kurdan Mitterand ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e û xemgîniya xwe rave kir.
PeyamaKONGRA GE wiha ye: “Windakirina dosta hêja ya Kurdan Danielle Mittrand ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e. Ez bi navê tevger û gelê me xemgîniya xwe rave dibkim. Em pêşî êşa malbata wê, ya hemû gelê Frensî, dost û hevalbendên wê parve dikim û sersaxiyê dixwazim. Xatûn Mitterand kul i hemberî faşîzma Hîtler tekoşîneke çalak meşand, weke şoreşgerekê,  ji gelê Kurd ê ku ji bo azadiya xwe têdikoşe hez kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek ked daye. Di dema Komploya Navnetewî de li gelê Kurd û Rêberê me Abdullah Ocalan xwedî derketiye, bi vî awayî heskirina gelê Kurd jî qezenç kiriye.
Danielle Mitterand her wiha dost û hevalbenda hemû bindest, hejar û jinên cîhanê bû. Wefata wê ji bo hemû mirovahiya pêşverû windahiyeke mezin e.  Xatûn Danielle Mitterand a ku dilsoza azadiyê bû, wê heta dawiyê di dilê gelê me de bi heskirin û rêzdariyê xwe ve cih bigire. Ez careke din ji malbata wê, gelê Frensî û endamên Weqfa Azadiyê re sersaxiyê dixwazim û daxwaza sebrê dikim.”


 BRUKSEL




Barzanî: Ji bo danasîna doza Kurdan rolek mezin leyîst

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya wefata dosta Kurdan Danielle Mitterand peyameke sersaxiyê weşand. Barzanî got; “Xwedê jêrazî rolekî ber bi çav li nasandina doza gelê me ya bi cîhana derve de hebû û yek ji dakokîkerê serekiyan bû bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991.” Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya wefata Danielle Mitterand weşand û xemgîniya xwe rave kir. Barzanî di peyamê de got; “Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawiya dosta kevinê gelê Kurd xanim Danielle Mitterand bihîst.  Ev bûyer min gelek gelek xemgîn kir, ji ber ku xanima xwedê jêrazî hevsozekî kevinê doza gelê me bû, herdem li xweşî û nexweşiyê da dostekî bi wefa bû.

Dema li sala 1989 wê pêşwaziya me kir, ku me behsa nehametiyên gelê Kurd bo wê kir, çavên wê bi rondikan pir bûn. Xwedê jêrazî rolekî ber bi çav li nasandina doza gelê me ya bi cîhana derve de hebû û yek ji dakokîkerê serekiyan bû bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991.  Ji bo wê yekê rola vê xanimê qet nayê ji bîr kirin û herdem li bîra min û hemû gelê Kurd de bi nemirî dimînê.  Bi koçkirina vê xanima mezin da pirse û serxweşiya xwe bi malbata xwedê jêrazî û hemû gelê Fransa radigihînim û hevbeşê xem û êşa wan im.”

HEWLÊR