Temel ku li ser zindana Amedê û gelek mijarên din helbest nivîsand, hêj bi helbestê xwe yê bûne mêvanên stranên Koma Çiya û gelek komên din tê bibîranin. Alî Temel, ku di zarokatiya xwe te tev li PKK'ê bû di 13'ê Tirmeha 1994'an de li çoltara Şemrexê ya Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Temel ku ji bo bi saxi neyê girtin bombeya xwe bi xwe de teqand û jiyana xwe ji dest da, di 17'emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê hevalê xwe ve tê bibiranîn. Temel ku hêj malbatê cezaneyê wî negirtine û li bendê ne ku dozger cenazeyê wan bide wan di 8'ê Tîrmehê de dê ji aliyê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve li Navenda Çanda Cegerxwîn bê bibîranîn. Enamên Koma Çiya Genim û Solîstê Koma Azad Farqin, li ser Temel û bernameya bîranînê nerînên xwe vegotin.
Solîstê Koma Çiya Genim li ser têkoşîna Alî Temel a tevlêbûna PKK'ê wiha got: "Li Amed û Stenbolê ma. Lê nedixwest li vir bijî. Dixwest di nava têkoşina azadiyê de cih bigire. Dixwest di nava refên têkoşîna azadiyê de cih bigere. Digot ger ku ez di nava refên azadiyê de cih bigirim ez dê bêtir piştgiriyê bidin azadiya gelan. Di sala 1992'an de tev li refên azadiyê bû. Pişt re agahiya şehîtbûna wî hat. Ew çira hunera me ye. Em dê têkoşîna wan her tim bibîr bînin."
Hevalê Alî Temel û Solîstê Koma Azad Farqin jî anî ziman ku li gel Alî Temel li herêmê çend saziyên çandê vekirin û bi hevre xebitîn. Piştî ku em ji hev qetiyan, min bihîst ku tev li PKK'ê bûye. Pişt re jî min bihîst ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Mirov pir pê diêşe, lê dema em li pişt xwe dinerin jî bi berhemên ku ji mere hiştine em pê serbilind in.  Farqin da zanîn ku jiyana Alî temel bandorek li ser wî hişt. Me soz dabû wan. Dema Alî Temel helbesta Amed xwend ez ketim bin bandora wê helbestê. Me soz dabû wan em soza wan bi cih tînin. Ji bo em soza xwe bicih bînin 20 salin em dixebitin. Ali Temel, Hozan Hogir, Hêvî, Hozan Serhat li ser me bandorek mezin çêkir."
Farqîn da zanîn ku dê di 9'ê Tîrmehê de ji bo Alî Temel li gel hevalên wî û malbata wî li Navenda Çanda Cegerxwinê bernameya bibîranînê pêk bînin û berhemên wî bixwînin." 

DÎHA/AMED