Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê bêle hevdîtin careke din bi hinceta 'Kêştî xirabeye' had redkirin. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha (505 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 140 carin ku serlêdanê dikin, her tim bi hincetên weke 'Keştî xirabeye', 'Rewşa hewayê', 'Keştî di temîrê de ye' û 'Belge kêmin' tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin. 

STENBOL