Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar, destpêkê îdîaya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ya “hevdîtinên Oslo berdewam dikin” û îdîanameya di derbarê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatî amadekirin bi rêya çapemeniya civakî nirxandin.
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar da diyarkirin ku, îdîaya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku di programek ya televîzyonê de got, “hevdîtinên Oslo berdewam dikin” ne rastin û bilêv kir ku, di navbera dewlet û KCK’ê de ti hevdîtin nehatine kirin.
Aydar da diyarkirin ku, Kiliçdaroglû ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşniyara avakirina komîsyonekî ji Nûnerên Partî û mirovên rihspî di bin banê Meclisê de bê avakirin kiriye, “Ev fikrekî xirap nîne. Ev nêzî pêşniyarê me ye. Pêwîste di raya giştî de bê nîqaşkirin. Her partî û her kesek pêwîste di derbarê vê mijarê de nêrînên xwe bîne ziman.”
Aydar anî ziman ku, “daxuyaniyên îtîrafkarekî muhbîrê polîsa (İrfan Dundar) wek ku rastin çarşaf çarşaf di çapemeniya Tirk de tên weşandin. Ev vê bêjim; ‘polîs agahiyên xwe yên îstîxbarî bi devê wî dibêje’. Agahiyên ku li wir hatine dayîn ne gengaze ku ji aliyê wî kesayetî ve bê zanîn. Weke din gelek agahiyên ku şaş û derew tevlîhev dikin û didin. Di çapemeniya Tirk de wekî ku rastin didin.”
Aydar di derbarê nivîsa Ahmet Altan ya di quncikê Rojnameya Tarafê de ku nivîsa xwe spartiye daxuyaniyên îtîrafkar Irfan Dundar û ev tişt anîn ziman: “Li gorî wan jêgiran ‘protokolên Rêberê me pêşkêş kirîn, rayedarên dewletê erênî nêzbûne, lê belê serzêdekirinên rêveberiya rêxistinê yên ne yên pejirandin hevdîtin hatine qutkirin.’ Ev ne raste. Vî îtîrafkarî protokolên tên behs kirin ne dîtine, ji xwe ne mimkune ku bibîne jî. Ev tenê tişta ku polîsan ji devê wî çêkiriye. Weke din hevdîtin ne ji van serzêdekirinan, bersiv nedan hikumetê ya van protokolan û ketina nava êrîşê, ji aliyê wan bixwe ve hatiye qutkirin.”
‘Modela Srîlanka-Tamil negirt’
Aydar di derbarê rolê hikumeta AKP’ê ya di qutbûna hevdîtinên Oslo de jî daxuyaniyên ecêp dan û wiha berdewam kir, “Hilbijartin bi dawî bûn, êdî pêwîstiya AKP’ê bi agirbestê tuneye, weke din bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re jî li hev hatibûn. Di xwestin ji çar aliyan ve bên û me tune bikin. Ji bo wê modelê Srîlanka nîqaş dikirin. Êrîşa Îranê paşde dan vegerandin. Sûriye ji ber pirsgirêkên xwe yên navxweyî nekarî bikeve nava pêvajoyê. Cesareta Tirkiyeyê şkest û nekarî operasyona dersînor bide destpêkirin. Pişt re jî îtîfaq xirapbûn. Her wiha modelê Srîlanka-Tamîl negirt. Qutbûna hevdîtinan ji vê bû.”
‘Helwesta Altan bextreşî ye'
Aydar di dawiya daxuyaniya xwe de jî di derbarê bûyera Farqînê ya pir tê axaftin jî wiha got: “Di aliyê me de êrîşekî plankirî nebû. Leşkerên ku çûne operasyonê li rastî gêrîlayan hatine. Nivîskarên wekî Birêz Altan ku daxuyaniyên sîxur û îtîrafkaran weke ku rastin pejirandin bextreşiyeke. Hinekê jî bila guhdarî me bikin wê rastir binivîsin. Çavkaniyên polîsan bigiştî bi dezenformasyonan dagirtiye. Em pêşniyar dikin ku, bila ji me weke bîranînekê bigirin.”
ANF/BRUKSEL