
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di 25’ê tîrmehê de ji bo ku bi rayedarên dewletê re hevdîtinan bike hat Stenbolê û hevdîtin pêk anîn. Muslim hevdîtinên bi rayedarên dewletê re kirin ji DÎHA’yê re vegotin. Muslim, diyar kir ku li ser vexwandina Wezîrê Karên Derve yê Tikiyeyê Ahmet Davutoglu hat Tikiyeyê. Muslim, anî ziman ku di hevdîtinê de ewlehiya sînor, geşedanên li Rojava û gelek mijarên din nîqaş kirin. Muslim, da zanîn ku hevdîtin erenî derbas bûn û hevdîtinên wan ên bi rayedarên dewletê re dê demên pêş de bidomin û wiha got: “Weke tê zanîn ku sînorê Tikiyeyê bi Sûriyeyê re zêdehî 900 kîlometre heye. Li ser vî sînorî li her du aliyan Kurd hene. Ji ber vê yekê geşedanên li ser sînor pêk tên û li Sûriyeyê pêk tên Tikiyeyê eleqedar dike. Divê teqez diyalogek hebe. Ji bo ku peymanên şaş pêk neyên divê hevdîtin pêk bên.”
Hevdîtina yekemîn
Muslim, destnîşan kir ku berê bi rayedarên dewletê re bi navgîn hevdîtin pêk dianîn lê vê carê rasterast bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîn. Muslim, bi lêv kir ku hevdîtin bi rayedarên Wezareta Karên Derve yê bi payebilind re li dar xistin û bi Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin nekir û wiha axivî: “Ez li ser vexwandina Wezîrê Karên Derve hatim Turkiyeyê. Berê jî hevdîtinên me yên navgîn çêbibûn. Lê bi rayedarên Tik re hevdîtinekî rû bi rû me guncav dît. Îro hevdîtina me bi rayedarên wezaretê re rû bi rû pêk hat. Hevdîtin baş û erenî bû. Weke tê zanîn ku sînorê Tikiyeyê bi Sûriyeyê re zêdehî 900 kîlometre heye. Li ser vê sînorê li her du aliyan Kurd hene. Ji ber vê yekê geşedanên li ser sînor pêk tên û li Sûriyeyê pêk tên Tikiyeyê eleqedar dike. Divê teqez diyalogeke hebe. Ji bo ku peymanên şaş pêk neyên divê hevdîtin pêk bên.”
‘Me nerînên xwe vegotin’
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, destnîşan kir ku di demên dawî de li Rojava geşedana herî girîng a pêş dikeve mijara rêveberên heremî yên sivîl bên avakirin e û di hevdîtina bi rayedarên dewletê re pêk anîn ev mijar jî hat rojevê û wiha pêde çû: “Di demên dawî de weke tê zanîn du mijar gelek girîng in. Yek rêveberên herêmê yên sivîl ên demî di rojevê de ye û li Rojava nîqaşa vê yekê heye. Ev yek ji bo me girîng e. Me dîtî ku hinek kes vê yekê gelek mezin dikin. Rastî jî wisa nîn e. Hinek dest bi gotinên ‘Wa parçe bû, dê rêveberiya xweser îlan bikin’ kir. Rewşekî wisa tune ye. Li Rojava bi ser dest xistina vê rewşê salek derbas bû. Li gorî vê ceribandinê me fêm kir ku êdî divê rêveberiyek pêk bê. Bi demî jî be divê rêveberiyek pêk bê. Divê pergalek pêk bê. Hem di aliyê zexîre, hem di aliyên hewcehiyên din de û hem jî di aliyê hewcehiyên civakî de divê ev yek pêk bê. Ji ber vê yekê me nêrînek avêt holê. Ev yek jî ramana hemû rêxistin û derdorên wekî Kurd, Tikmen û ereb jî di nav de cih bigirin rêveberiyekî heya çareseriyekî siyasî ya demî bê avakirin bûn. Me ev yek di hevdîtinan de jî vegot.”
Ewlehiya sînor
Muslim, anî ziman ku di hevdîtinan de bi ramanekî erenî pêk hat û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rayedarên Tik gotin ‘ev yek mafê xwe ye’ Wekî tê zanîn ji ber pevçûnên sînor gelê me gelek perîşan bû. Niha soz jî hat dayîn. Tikiye dê di her alî de alîkariya gelê me bike. Yanî dê alîkariya însanî bike. Ev yek jî baş bû. Ji xwe ewlehiya me ya li ser sînor dibe ewlehiya sînorê Tikiyeyê jî.”
‘Destpêkeke nû ye’
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, diyar kir ku di hevdîtinan de mijara Konseya Bilind a Kurd jî hat rojeva niqaşan û wiha axivî: “Di hevdîtinê mijarên din jî hebûn. Mijara koalîsyonê jî hebû. Kurd di dema borî de li hinek deveran de cih negirtinbûn. Cih girtina me ya di Konseya Bilind a Kurd de qebûl nekiribûn. Rêveberiya nû hat. Hilbijartina nû çêbû. Yanî di koalîsyonê de rêxistiniyekî nû heye. Ji ber vê yekê em ê careke din nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Heke li vir jî tiştekî baş em bikin dê bibe geşadanekî baş. Dibe ku bibe mijarekî koordînasyonekê û an jî tevlibûnekê. Me ev hemû nîqaş kirin û bi rastî jî hatina me gelek baş bû. Yek jî me soza dem dem hevdîtinên wisa pêk bên girt. Ev cara yekem bû, lê ne ya dawî ye. Dibe ku hatin û çûna me ya Enqere û Stenbolê zêdetir bibe.”
‘Divê alî hişyar bin'
Muslim, anî ziman ku di dema hevdîtinan de agahiya guleya topê ya ji aliyê Eniya El Nusra ve avêt û li Serêkaniyê teqiya jî hat û wiha berdewam kir: “Guleyên topan sînor derbas dikin û li vî aliyê sînor dikevin. Ev topên El Nusra ne. Topên diavêjin tên vî alî jî. Divê ji vê yekê re çareseriyek bê dîtin. Dema em di civînê de bûn agahiya guleya topê ya li Serêkaniyê teqiya hat. Divê êdî her du alî ji bo ewlehiya sînor a ji destê wan tê bike.”
Guherîneke mezin e
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, da zanîn ku helwesta Tikiyeyê ya berê li dijî PYD’ê jî guheriye û axaftina xwe wiha domand: “Hebûna min a li vir guherîna herî mezin e. Qet nebe me rûnin û biaxivin. Em derdê xwe bêyî navbeynkaran, bi hev re rûnin ji hev re bêjin. Em dikarin rû bi rû her tiştî nîqaş bikin. Rastî jî gumana parçebûnê hebûn. Lê tiştekî wisa tune ye hinek kesan ev yek mezin kir. Lê tiştekî wisa tune ye. Li Rojava nêrîna me ya ku heya careseriyek pêk tê xwe rêvebirin heye. Divê organîzeyek hebe. Ya em dikin ev e. Ji bilî vê yekê tu tiştên din tune ne. Me ev yek ji rayedaran re jî got. Tişta şênber a derket holê tiştên her du alî bikin hene. Mijara deriyên sînor bên vekirin û alîkarî pêk bê jî hat rojevê.”
Muslim, herî dawî silavên xwe pêşkeşî gel kir û wiha dawî li axaftinê anî: “Em silavên xwe ji gelê xwe re dikin. Bila berê xwe bidin pêşiyê. Rojên xweş di pêşiyê de ne. Hêvî dikim ku fêdeya vê hevdîtinê bigihêje gel.”
ÇAGDAŞ KAPLAN/DÎHA/STENBOL