Beriya çalakiya li ber avahiya Parlamenta Ewrûpayê (PE) heyetek ji TJK-E bi şêwirmenda polîtîka derve ya Serokê PE re rûnişt.
Beriya çalakiya li ber avahiya PE, ku wê bi şiyara “Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan lidar dixin” pêk were, ji berdevkên TJK-E Hînena Erîşen, ji nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç û hevseroka NAV-BEL’ê Arîfe Soysuren, bi şêwirmenda polîtîkaya derve ya Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Dr. Djmaîla Chîkhî re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser pêkanînên qirkirinê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin, krîza li Rojhilata Navîn ku weke 3. Şerê Cîhanê tê binavkirin, bi mûxatabgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikare çareser bibe. Heyetê diyar kir, ku tecrîda li ser Ocalan ji bo îzolekirina gelê Kurd ji cîhanê ye û armanca vê yekê jî têkbirina sîstema demokratîk e.
Hat ragihandin, ku jinên Kurd li her cihî li dijî tecrîd û pêkanînên qirkirinê li ber xwe didin. Di hevdîtinê de li ser desteserkirina şaredariyên Kurdistanê û erkdarkirina qeyûman dosyayek hat pêşkêşkirin. Her wiha ji Parlamentoya Ewrûpayê hat xwestin, ku hişyarî û zexta siyasî li Tirkiyeyê bike.
Şêwirmenda polîtîka derve ya Serokê PE Dr. Djamîla Chîkhî jî diyar kir, ku ew ê daxwazên gel û jinên Kurd ji Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Martîn Schûltz re ragihîne û Parlamenta Ewrûpa wê têkildarî Kurdan û têkoşîna wan, bikeve nava hewldanên şênber.
STRASBOÛRG / ANF