Di navbera 15´ê û 17´ê Adarê de Navenda PENa Kurd di bin sernavê “Xwendina Berhemên Wêjeyî ji Dicle heta bi Elbe” bi çalakiyekê li bajarê Elmanyayê Dresdenê radibe. Di vê çalakiya wêjeyî de nivîskarên Elman, yên Sorbî û yên Kurd di hevdîtinek û hevnaskirinekê de ji berhemên xwe dixwînin.
Mebest ew e, ku nivîskarên Kurd, yên Elman û yên Sorbî hev û berhemên hev nas bikin, destê dostanî û hevaltiyê bidine hev.
Riya beşdarbûna çalakiyê di bin mercên li jêr de li her endamê Navenda PENa Kurd vekiriye. PENa Kurd di danazena li ser vê çalakiyê got, “Emê bi beshdarbûna we dilxweş û serbilind bibin” û bi vê banga beşdariyê li xelkê kir.
DRESDEN