
Serokomarê Fransa François Hollande li gel jina ciwan a Êzîdî Cînan Badil ku ji aliyê çeteyên DIAŞ’ê ve hatibû revandin hevdîtin pêk anî û peyama piştgiriyê ji gelê Kurd re şand. Holland got ku wê ji bo şerê DAIŞ’ê alîkariya gelê Kurd bikin.Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) diyar kir ku Serokê Fransa François Hollande sêşemê êvarî li Parîsê bi jina ciwan a Kurd Cînan Badil a ji Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin re hevdîtin pêk anî. Holland bi germî pêşwaziya Badil kir û jêre got ku wê Fransa di şerê li dijî çeteyan de piştigiriyê bide gelê Kurd û got: “Ji gelê Kurd ê Iraqê re hevaltî û piştgiriya me bibêje. Nameya me bigihîne wan.” Hevdîtin di dema François Hollande tevlî Kongreya Navenetewî ya qurbaniyên karê tundiyê û nijatperestî ya Rojhilata Navîn de pêk hat, çêbû.
Çareserî li welat e
Hate gotin ku dema Badil ji Holland xwest ku pişgiriya gelê Kurd bike da ku li Sûriyê û Iraqê DAIŞ’ê têk bibe. Holland tekez kir ku welatê wî di piştigirya Kurdan de bi israre û ev tişt anîn ziman: “Em vê yekê pêk tînin, em di piştgiriya xwe de berdewam bikin. Em spasiya te dikin, serpêhatiya xwe bêje, di demên dawî de serpêhatiya te li Fransa bû pirtûk û êşeke mezin di dilê me de hişt.”
Jina Kurd a Êzîdî Cînan Badil ji Holland xwest ku piştigiriya bidin gelê Kurd û wan îqna bikin ku koçber nebin û got: “Çareserî li wire ne li vire.”
‘Ezê vegerim welatê xwe’
Cînan Badil serpêhatiye xwe û îşkenceya ji aliyê komên çete yên DAIŞ’ê dîtî ji Serokê Firansayê re vegot û got: “Sê mehan em di dojgehê de bûn.
Em rastî îşkenceyê dihatin, bi zor di xwestin me bikin Misilman. Em di bin tîrêjên roja germ de girêdidan û di dawiya rojê de em mecbûr dikirin ku em ava ku mişik di nav de bûn vexwin. Em bi elektrîkê îşkence dikirin, dan û standina bi wan re ne mumkine, ew ne mirovin.”
Hate gotin ku jina Kurd a Êzîdî Cînan Badil wê vegere Başûrê Kurdistanê û biryara iltcayî ku jê re hat qebûl ne kir û got ku wê vegere welatê xwe.
ANF/PARÎS