Serdanên şandeya BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş û Parlementer Sirri Sureyya Onder pêk tê li Başûrê Kurdistanê didome. Di çarçoveyê li ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de şandeya BDP’ê li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Erselan Bayiz re hevdîtin pêk anî.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî serdana xwe ya li Qendîlê pêr li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Demîrtaş her wiha silavên Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî anîn.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê de cih girt, Demîrtaş ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin û di hevdîtinê de pêşketinên têkildarî pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Demîrtaş bi rêya Nêçrîvan Barzanî silavên Ocalan ji Barzanî re şand.
Demîrtaş di hevdîtinê de bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê di  çareseriya pirsgirêka Kurd e û ji Nêçrîvan Barzanî xwest ku di vê pêvajoya aşitiyê de rola xwe bileyize û hevkariyê bike. Hate zanîn ku Demîrtaş ji Barzanî xwest ku hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a Bakûrê Kurdistanê rola xwe ya dîplomasiyê ya bi Ewropa û DYA’yê re bi cih bînin û di vî warî de peywendiyên xwe xurt bikin.

'Xizmetî her du aliyan dike'

Nêçîrvan Barzanî jî her wiha, dilxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya aşitiyê ya di navbera dewletê û Ocalan de hatiye destpêkirin anî ziman û got ku ew piştgiriyê didin vê projeya aşitiyê. Barzanî got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê tişta ku bikeve ser milê wan ew ê bikin.
Barzanî bal kişand ku pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka gel e û got: “Divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Çareseriya rastîn jî çareseriya aştiyane ye.” Her wiha, Barzanî îşaret bi wê yekê kir ku aşitî ji bo berjewendiyên gelên Kurd û Tirk û got ku ev yek xizmeta her du aliyan dike.
Hêjayê gotinê ye ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê piştî hevdîtina li Qendîlê li  gel rayedarên KCK’ê kirin, vegeriyan Hewlêrê û şevê din bi serdana Endamê Polîtburoya PDK’ê Kemal Kerkukî kirin. Serdanên şandeya BDP’ê li Başûr berdewam dikin û tê payin ku li gel rayedarên din ên Hukûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtin bikin.

'Em gelek bi hêvî ne'

Şandeya BDP’ê piştî ku bi Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn saet di 18:30’an de bi Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz re li avahiya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê re hatin cem hev.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê re tenê demek kurt vekirî hate kirin de, Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz keyfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya BDP’ê nîşan da. Bayîz di axafitina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin pir girîng e û wiha got: "Pêvajoya ku li ser bingehê aştiyane ya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, di çareseriya pirsgirêkê de pêngavek girîng e. Ji bo vê jî em bi keyfxweşî pêşwazî dikin û heta dawiyê em piştgiriyê bidîn vê pêvajoya dîrokî."
Bayîz da zanîn kû Herêma Kurdistanê ji bo ku pirsgirêka Kurdên Bakûrê bi riyên aştiyane çareser bibe her tim di nava hewildanan de bûne û têkoşîna wan her tim ji nêz ve bi baldarî dişopînin û wiha axivî:  "Kurd ji dewleta Tirk cûdabûnê, rakirina sinoran û serbixwetiyê naxwazin. Berevajiyê wê dixwazin mafê Kurdan bên naskirin û bi gelên Tirkiyeyê re di nava aştî û wekheviyê de bijîn. Lewra em ji vê pêvajoyê gelek bi hêvî ne ku gelê Kurd bigihije azadiya xwe û dê ji bo gelên herêmê di riya jiyana azad û wekhev de pêşengtiyê bike. Ji ber vê serdana şanda BDP’ê bi keyfxweşî pêşwazî dikim û dibêjim ev hevditine wê bibe parçeyek ji bihêzkirina û pêşxistina pêvoja aştiyane ya çareseriya pirsgirêka Kurd ya Tirkiyeyê.”
Piştî kû hevdîtin heyata BDP’ê û Bayîz bi dawî bû li ser mijara hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê nehate dayîn. 

DÎHA/HEWLÊR