Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) doh bi armanca avakirina platformek hevpar a ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin li Başûrê Kurdistanê bi hêzên siyasî re hevdîtin pêk anîn. 

KNK doh ewil Navenda Giştî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK)  ziyaret kir û paşê,berê xwe da Navenda Giştî ya Tevgera Goran. 

KNK, piştî civîna çapemeniyê ya Silêmanî, ku ji bo kongreya neteweyî bang kir, doh jî danûstandinên xwe yên bi partiyên siyasî re dewam kir. Heyeta KNK’ê danê sibehê saet di 11:00 de serdana YNK’ kir. Piştre çû serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran.

Heyeta KNK’ê, ku ji Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade, endamên Konseya KNK’ê Kamûran Berwarî, Perwîn Ezîz û endamê KNK’ê Ferhat Dostkî pêk dihat, destpêkê çûn serdana YNK’ê. Heyet ji aliyê rêveberên YNK’ê Qadir Hemecen, Bilese Cebar Ferman, Îkram Elî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK’ê Omer Fettah ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan piştre dest bi civînê kirin, ku ji çapemeniyê re girtî bû. 

‘Hevdîtineke erênî bû‘

Civînê bi qasî saetekê dewam kir û piştre Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade bersiv da pirsên rojnamevanan. Kemalîzade diyar kir ku hevdîtin erênî bû û got: “Di vê hevdîtinê de li gel birayên xwe yên YNK’yî em li ser pêkanîna kongreya neteweyî axivîn. Hevdîtineke erênî bû. Bi rêya hevdîtinên bi partiyên siyasî, hêzên cuda yên civakî û rewşenbîran re em dixwazin bingehekê ji Kongreya Neteweyî re amade bikin.”

Paşê heyet çû serdana Goran

Heyeta KNK’ê piştî hevdîtina li vê derê, berê xwe da Navenda Giştî ya Tevgera Goran û bi rayedarên Tevgera Goran re rûnişt. Rêveberên Tevgera Goran Celal Cehwer, Dr. Şêrko Heme Emîn û Araz Welî pêşwazî li rêveberên KNK’ê kirin û bi qasî saet û nîvekê li hev rûniştin. Piştî hevdîtinê, heyet tevî Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed serdana gora Lîderê Goran Newşîrwan Mistefa kir.

Xeyala Newşîrwan Mistefa 

Dr. Kamûran Berwarî li ser gora Lîderê Goran Mistefa axivî û destnîşan kir ku ew hewl didin xeyalên Mistefa yên ji bo pêkhatina yekitiya Kurdan bi cih bînin. Berwarî got: “Em bawer in, xwişk û birayên me yên ciwan ên çanda Birêz Newşîrwan Mistefa girtine, wê vê siyasetê bidomînin. Bi xwişk û birayên xwe yên Goran re me nêrînên bedew parve kirin. Hevdîtineke gelekî erênî bû. Baweriya min zêde ye, ku em ê xeyala Newşîrwan Mistefa bi hev re pêk bînin.”

Ji bo platforma hevpar 

Tê payîn ku îro jî heyet wê li Hewlêrê jî hin hevdîtinan pêk bîne.

KNK’ê pêr li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xistibû û ji bo platformek hevpar a li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd bê avakirin, bang li hemû partiyên siyasî û hêzên civakî kiribû. 


Hevdîtinên me wê 6 hefteyan dewam bikin


Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade diyar kir ku heta niha ji bo Kongreya Neteweyî ti partiyeke siyasî ya jî hêzeke civakî bersiveke neyînî nedaye wan û hevdîtinên wan wê 6 hefteyan dewam bikin û piştre jî ji bo platforma nîqaşê ya Kongreya Neteweyî ew ê cih diyar bikin û Kemalîzade got: “Beriya vê platforma me li çar parçeyên Kurdistanê bi hemû hêzên siyasî û civakî re hevdîtin kir. Di hemû hevdîtinan de bersiveke erênî ji me re hate dayin. Bêguman danûstandinên me didomin. Lê belê vê carê me li ser platformeke hevpar a ku karibin Kongreya Neteweyî lê nîqaş bikin, hevdîtin kir. Bi bersivên erênî re em ê careke din bi hemû partiyan re rûnên. Ev hevdîtinên me wê 6 hefteyan dewam bikin û piştre jî ji bo platforma nîqaşê ya Kongreya Neteweyî em ê cih diyar bikin. Dûre jî vexwendînameyan ji aliyan re bişînin û plan dikin ku dest bi vî karî bikin.”

‘Di nêz de em ê bi PDK’ê re jî rûnin’

Kemalîzade diyar kir ku di nêz de ew ê bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) re rûnin û wiha pê de çû: “Agahiya PDK’ê ji van xebatan heye. Piştî hevdîtinan em ê hîn bibin bê ka di van mijaran de helwesta wan çiye. Em dibêjin ew ji hevdîtina me re amade ne. Ji bo vê xebatê biçûk mezin em dibêjin gotina her kesî heye û gotinên PDK’ê jî yên ku bibêjin hene. Em dizanin beriya vê platformê di navbera hin partiyên siyasî de hin arîşe hene. Lê bi vê platformê em hewl didin ku wan nêzî hev bikin. Heta niha ti partiyê bersiveke neyênî neda va xebatê. Em li bendê ne ku 300-400 kesên ku wê tevlî vê platformê bibin gotebêjiyên Kongreya Neteweyî bikin û biryarekê bidin.”


ANF/SILÊMANÎ