Heyeta KNK´ê ku ev demeke li Başûrê Kurdistanê ye, hevdîtinên xwe didomîne. Heyeta KNK'ê li bajarê Hewlêrê bi nûnerên Hizba Şuîyan re li ser bûyerên dawî û destekdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê civinekê li dar xist. Ji heyeta KNK´ê Cîgirê Serokê KNK'ê Bengî Haco, Xebat Muhemed, Suleyman Gunyelî, Ferhat Doskî, Îbrahîm Elî Por di civînê de cîh digirin. Ji partiya Şuî a Kurd (Hizba Şuîyan) Berpirsê Perwerdehîya Navendî, Endama Komîteya Navendî Hewrê Silêman û Endama Dibistana Perwerdehî Hêja Resul beşdarî civinê bûn. Di civinê de her du aliyan jî pistgirî û hevkariya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nişandan. Piştî ku civîn bi dawî bu ji alîyê Hêja Resul û Bengî Haco ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Endama Dibistana Perwerdehî a Şuî Hêja Resul axivî û bal kişand ser girîngiya destketiyên Rojavayê Kurdistanê. Resul weha axivî: " Sedemê civana me a bi KNK'ê re li ser mijara destekdayîna Rojavayê Kurdistanê bu. Ka em çewa piştgiriya Kurdên li rojavayê Kurdistanê bikin û çawa xwe bi gihinin wan. Di aliyê siyasî de jî çawa bi karibin xwedî li ew deskeftiyên ku Kurdên Rojava derbikevin me gutubêj kir.  Ji ber ku ev şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê despêkir ji bo gelê Kurd firsetekî mezin e. Ji bo gelê Kurd maf û azadiya xwe bi destbêxe ev gavên dîrokî ne. Li gel KNK'ê di hemû aliye de me biryar daye ku piştgiriya xwe bidin gelê Rojavayê Kurdistanê"

Wê li parlamenê bikeve rojevê
Cigirê Serokê KNK'ê Bengî Haco jî di daxuyaniya çapemeniyê de girîngiya yekîtiya netewî destnîşan kir. Haco anî ziman ku divê Kurd piştgiriyê bidin Rojava û wiha got: "Hemû derî li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin. Ji ber vê yekê gelê li wir di aliyê aborîde gelek zehmetiyan dikişine. Di civina xwe de me ev mijare gotûbêjkir. Palementerên Hizba Şuiyan jî diyar kirin ku wê di parlementoya Kurdistanê de bi taybet van mijaran binîn ziman, da ku deriyekî aboriyê ji Kurdan re vebe. Divê xelkê li Rojava karibin pêdiviyên jiyana xwe bi cîh bînin. Ji ber ku niha hemû derî girtine û qût û xwarin ji wan re naçe. Bi vî awayî nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Ji bona vê ji divê di parlamena Herêma Kurdistanê de li ser vê mijarê were sekinandin. 

DÎHA/HEWLÊR