Hevdîtinên li ser Sûriyeyê, ku dihat payin di 12-13’ê Hezîranê de wê li paytexta Kazakîstan Astanayê werin kirin, careke din taloq bûn. Hevdîtinên li Astanayê ku bi pêşengiya Rûsyayê û bi garantoriya Îran û Tirkiyeyê tên kirin, hê jî xitimî ne. Dihat payin ku hevdîtin di 12-13’ê Hezîranê de bihata kirin, lê dîsa taloq bûn.
Çavdêrên siyasî jê bawerin, ku hevdîtinên li Astanayê wê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê çareser nekin. Ji bo van hevdîtinên navborî, Kurd û Hêzên Bakurê Sûriyeyê nayên vexwendin. Tenê komên çete yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan tevlî civînên li Astanayê dibin.
Civîna destpêkê ya li Astanayê, di 23’ê Çileyê de hatibû kirin.
ASTANA