Parlemanter û rojnamegerê Lubnanê Nasir Qendîl hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demoratîk (MSD) û rejîma Sûriyeyê de, gava herî girîng ber bi rizgarkirina axa Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê , bi nav kir. Parlamenter û rojnamegerê Lubnanî Nasir Qendîl li bajarê Şamê pirtûka xwe ya bi navê “Felsefeya hêzê” li pirtûkxaneya El-Esed a Şamê ji xwendevanan re îmze kir. Piştî îmzekirinê Qendîl li ser hevdîtinên MSd û rejîma Sûriyeyê ji ajansa ANHA´yê re peyivî. Qendîl piştgiriya xwe ji bo hevdîtinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de anî ziman û vê yekê “gaveke zîrek” bi nav kir û wiha axivî: “Ev nûnertiya rihê berpirsyariyê dike, hêviya min bi serkeftina van danûstandin û hevdîtinan gelekî mezin e.” Zîrekiya stratejîk Qendîl pêngava rêveberên Kurd û vebijartina wan a diyalogê “zîrekiya stratejîk” bi nav kir û got:”Bi izna Xweda ev rêya ber bi serkeftinê ve ye û dê sîleyeke hişk li guman û xewnên sultaniyeta îslamî (behsa Recep Tayîp Erdogan dike) bide ku hewl dide beşekî ji axa Sûriyeyê di bin hinceta îdiaya xwecûdakirina kurdî li Bakurê Sûriyeyê dagir bike.” Gava herî girîng e Parlamenter û rojnamegerê Lubnanî Nasir Qendîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vegerandina têkliyên di navbera Kurdan û rêjîma Sûriyeyê de û hevbeşiya wan di hûnandina şêwazê dewletê û naveroka wê de gava herî girîng ber bi rizgarkirina axa Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê ve ye.” ŞAM