Şanda Kongra Netewî ya Kurdistan (KNK) ya ji hevserokên Tahir Kemalîzade, Nîlûfer Koç û nûnerên wê yên Hewlêrê pêkdihat duh bi partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêkanî. Şanda KNK'ê ji bo nîqaşkirina Kongreya Netewî a Kurd bi serok û endamên polîtbûroyên Yekgirûya Îslamî a Kurdistan û Komela Îslamî a Kurdisanê re hevdîtîn pêkanîn. Mijara bingehîn ya hevdîtinan, kongreya netewî û xurtkirina têkiliyên di navbere KNK û herdû partiyan de bû.

Şanda KNK’ê doh çû serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û ji aliyê serokê Yekgirtû Mehmet Faraç û endamên polîtbûroya partiyê ve hatin pêşwazî kirin. Hevdîtina di navbera KNK û Yekgirtû de li gorî ku dihate hêvîkirin bi erênî derbas bû. Yekgirtûyê da da zanîn kû ew ji bo hemû xebatên ku ji bo amadekariya Kongreya Netewî a Kurd têne kirin amadene û wê beşdarî komîteya amadekar ya kongreyê bibin. Ewê berjewendiyên netewî yên gelê Kurd bingeh bigrin.
Her wisa di heman rojê saet di 11.00’an de şanda KNK hevdîtin bi Komela Îslamiya Kurdistanê re hevdîtin pêkanî. Şanda KNK’ê ji aliyê Serokê Komela Îslamiya Kurdistan Elî Bapir û endamên komîteya navendî û polîtbûroya Komelê ve hatin pêşwazî kirin. Hevdîtina ku nêzî saetek û niv domkirî de li ser Kongra Netewî a Kurd û xebatên Komîteya Amadekar a kongreyê rawestiyan. Di hevdîtinê de aliyê Komelê got kû herdû partiyên Îslamî wê beşdarî komîteya amadekar bibin. Herwisa Komelê da zanîn ew naxwazin wek aliyên astengên Kongreya Netewî a Kurd werin zanîn û ji bo wê jê ewê bi hemû şiyanên xwe ve beşdarî xebatên komîteya amadekar û giştî yên kongreyê bibin.
Şanda KNK’ê jî ji bo helweta Yekgirtû û Komelê keyfxweşiya xwe anî ziman û balkêşand ser yeketiya netewî a Kurd û da zanîn kû ji bo ev kongre bigihe armanca xwe û bi awayek serkeftî bidome pêwîste hemû alî bi awayek çalak beşdarî kongreyê bibin.

DÎHA/HEWLÊR