
Heyeta Yekîtiya Starê çû serdana Birêveberiya Giştî ya Astengkirina Tundûtiya li Dijî Jinan. Di hevdîtinê de destpêkê li ser herdû rêxistinan aliyan agahi dan hev û piştre li ser pirsgirêkên jinê yên li tevayî Kurdistan û bitaybet yên Rojava û Herema Kurdistanê hate sekinin. Hevdîtina ku nêzîk saetek û nîv berdewam kirî de herdû aliyan keyfxweşiya xwe anî ziman û ji bo têkiliyên di navbera xwe de xurtir bikin wê ji niha û pêde ji rewşa xebatên hev agahdar bin.
Têkildarî hevdîtinê Rêvebera Giştî ya Birêveberiya Giştî ya Astengkirina Tundûtîjîya Dijî Jinan Kurdê Omer dîtinên xwe ji DİHA re anîn ziman û wiha got: "Hatina Yekîtiya Star ji bo me cihê keyfxweşiyê ye ku li Rojavayê Kurdistan û Sûryê ev rêxistine dikare di qada jinan de ji bo tevayî jinên Sûryê û Rojavayê Kurdistanê pêşketinên erênî bidest bixe. Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistan û Sûryê bi dehan malen jinan damezrandine û di wan malan de xwedî li jinên ku li rastî hemû corên tundûtîjiyê tên tê sekinin û xwedî li mafên jinan derdikevin. Em hêvîdarîn di demek kinde Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistan û Sûryê xebatên xwe di çarçoveya guhertinên distorî de bihêz bike.”
Ji bo çareseriyê çi pêwîst e
Heyeta Yekîtiya Star piştre çû serdana Encûmena Balay Xaniman (Encûmena Bilind a Jinan). Şand ji aliyê endamên Encûmena Bilind a Jinan Perwîn Hesen û Ronak Fereç ve hatin pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de bi awayek berfireh li ser xebatên herdû aliyan hate axaftin. Herdû aliyan guhdarî bername û projeyên hev yên ji bo xizmeta jinan kirin. Di hevditinê de mijara herî girîng Tundûtîjiya li hember jinê û ji bo çareseriyê çi pêwîst dike hate nîqaş kirin. Herwisa di dawiya hevdîtinê de Yekîtiya Star û Encûmena Bilind a Jinên Başûrê Kurdistanê weke dû saziyên jinan yên Kurd serbilindiya xwe dan diyar kirin ku îro ji bo çareseriya pirsgirêkên jina Kurd bi hev re dirûnin û ji bo çareseriya wan xebat dimeşînin.
Piştî hevdîtin bidawî bû endama Encûmena Bilind a Xaniman Perwîn Hesen wiha axivî: “Naveroka hevdîtina me li ser bingehê naskirinê bû ku bikarîn di demê pêş de agahî ji xebat û çalakiyên hev bigrîn û di warê civakî, siyasî û aboriyê ku têkiliya xwe bi jinê re heye yekdengiyek bidin çêkirin. Di demê pêşde têkiliyên di navbera her dû rêxistinan de bigihînîn asta jor.”
Ji Kvinna til Kvinna keyfxweşî
Heyeta Yekîtiya Star piştre di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomasî de çû serdana Nûnertiya Iraqê ya rêxistina binavê Jin ji bo Jinê (Kvinna till Kvînna) ya Swêdê ku xebatên aştiyê birêvedibin. Heyeta Yekîtiya Star ji aliyê Nûnerên Rêxistina Jin bo Jin Emelia Frennmark û Ala Riyanî ve hate pêşwazî kirin. Di hevditinê de dema ku ji aliyê Berpirsa Peywendiyên Yekîtiya Starê Nûjîn Yûsûf ve têkildarî xebatên xwe agahî didan rastî eleqek mezin a nûnerên Kvinna til Kvinna hat. Nûnera Swêdî Emelia Frennmark têkildarî xebatên Yekîtiya Star bi awayek berfireh pirs pirsîn û agahiyên berfireh ji Heyeta Yekîtiya Starê girtin. Her wiha weke Rêxistina Kvinna till Kvinna bi naskirina rêxistina Yekîtiya Starê û xebatên wê yên serkeftî keyfxweşiya xwe anîn ziman.
Bawerî û hêvî
Berpirsa Têkiliyên Giştî yên Yekîtiya Starê Nûjîn Yûsûf têkildarî xebatên xwe yên dîplomasî yên li Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Nûjîn da diyar kirin ku ji Rojavayê Kurdistanê cara yekê ye Heyetak ya rêkistina jinan tê Başûrê Kurdistanê lewra pêvajoya xebatên dîplomasî yên Yekîtiya Starê li Herêma Kurdistan bi grîngî destnîşan kir û axaftina xwe wiha domand: “Her çendî ku dîplomasiya xebatên jin hebe jî lê di astek lewaz de ye. Lewra me xwest divê pêvajoya xwe ya hevdîtinên bi rêxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê re di derbarê xebat û çalakiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de agahî bidin û têkiliyên xwe pêşbixîn. Li Rojavayê Kurdistanê di hemû aliyan de pirsgirêk hene û ev jî bandora xwe li ser rûh û jiyana jinê dike. ji bo vê jî me xwest rewşa jinan a Rojava ji rêxistinên jinan yên Herêma Kurdistanê re bibêjîn û bingehê yeketiyêkê bidin rûnişkandin.”
Nûjîn di dawiya axiftina xwe de keyfxweşiya xwe ji bo pêvajoya dîplomasiyê ya hevdîtinên Heyeta Yekîtiya Star û rêxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê da diyar kirin û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Hatina me ya Başûrê Kurdistanê di aliyê Yekîtiya jinên Kurd de bawerî û hêviyek bi me re çêkir. Ev ji bo me cara yekem bû, ji niha û pê ve jî emê serdanên xwe weke Yekîtiya Star ji Başûrê Kurdistanê re Bidomînîn û rêxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê jî vedixwînîn Rojavayê Kurdistanê.”
DÎHA/HEWLÊR