Wezîra Karên Derve ya Elman û serka giştî ya partiya Xirîstiyan Demokrat a Elman (CDU) Annegret Kramp-Karrenbauer, li bajarê Elmanyayê Munchenê di Kongreya CSU´yê de peyivî. Li kongreya CSU ku hevgira partiya wê ye,  hem dagirkeriyad elweta tirk û hem jî helwêsta DYE´yê bi hişkî rexne kir.

Li gorî wê encamên van herduyan jî wê di siberojê de felaket bin. Li aliyekî Emerîkiyan pişta xwe zivirandinbû wan kesan ku li ser erdê şerê DAIŞ´ê dikirin: “Ev yek jî di warê baweranîna bi xurttiirîn hevgirêî me yê NATO´yê de gumanên mezin li seranserê dinyayê çêdike.”

Li aliyê din jî bi gotinên wê “Hevgirê NATO´yê ye çi ye. Heger bibe standartek ku her kes ê ku tehlûkeyê ji herêma cîranî xwe hîs bike, bi xurtiya sîlehan sînoran binpê bike, hingê em ê esasê nîzama piştî Şerê Cihanê binpê bikin. Mirov pirsirêkan bi dîplomasiyê çareser dike, ne bi hêza yê xurttir.”

Annegret Kramp-Karrenbauer hikûmeta ku ew jî wezîra wê ye rexne kir ji ber pasîfbûna wê ya di siyaseta derve de: “Me kengî weke Elmanya û CDU-CSU´yê li ser van pirsên navneteweyî bi rastî pêşniyazeke manedar kir? Êdî ez hew dikarim guh bidim wan gotinên dibêjin, em fikaran dikin, em bi endîşe temaşe dikin. Em xurt in, em jî tesîrê dikin, û divê em jî êdî bersivên siyasî bidin, nexasim jî weke hevgirtina CDU-CSU´yê.”

 

MUNCHEN