Solidaritaetsbuendnis Kurdistan Magdeburgê (Hevgirtina piştgiriyê ya Kurdistan-Magdeburg), bi Kurmancî jî banga protestokirina civîna wezîrên karên hundir ên eyaletan a 24´ê Mijdarê kir ku wê li Magdeburgê çêbe.
Hevgirtina Piştgiriyê bi sernivîsa “Têkoşîna ji bo azadiyê, têkoşîneke navneteweyî ye” bi bîr xist ku di civîna wezîrên karên hundir de qanûnên nû yên polês û yên zordariya li dijî koçberiyê, tevgerên azadixwaz û mafên jinan, wê bên diyarkirin û banga beşdariya çalakiya protestokirina civînê kir.
Di bangê de hat gotin, “Ji zexta polêsan li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê re na!” “Ji alikariya hikûmeta Elman bi dikatoriya Erdogan re na!”
Beriya meşê saet 13´an li rawestgeha Damaschke Platz (li aliyê din yê HBF) xwepêşander dicivin, bloka internationalîst di bin pankarta bîranîna şehîdê înternationalîst ‘Zana Ciwan’ de wê saet 14´an dest b meşê bike.
MAGDEBURG