Ronahî Şam bal kişand ser berxwedana jinan û got: “ Jin di her alî de têkoşiyaye û li dijî êrîşên çeteyan di milê leşkerî de jî bi xurtî têkoşiyaye. Di çeperên pêş de cih girtiye û di li dijî komên çete yên weke Ceyş El-Mucahidîn, Ceyş El-Islam û El-Cebha El-Şamiye, şer kiriye. Bi vê têkoşîna xwe, jinê lehegî û vîna xwe ya xurt isbat kiriye û daye der.”
Ronahî Şamê da zanîn ku jinên Kurd û Ereb di heman mewziyê de bi moralekî bilind şer dikin, armaca wan parastina sivîlan e û fedekariya şervanan û yekîtiya pêkhateyên taxê jî bi bîr xist.
SÎLVA MUSTEFA/ROJNEWS / HELEB