Carinan mirov li rewşa Tirkiyeyê û nîqaşên ku der barê Kurdan û doza Kurdan de tê kirin dinêre, mirov dibêje, “Digel ev qas nîqaş, gotûbêj û nirxandinan çima ber bi çareseriyê ve gavek nayê avêtin?” Carinan jî mirov digihêje wê baweriyê ku  bi vê çemk û têgihaştinê dê ev mesele tu caran nekeve riya çareseriyê. Nîqaşa li ser vê babetê her tim heye, hin caran kêm dibe, hin caran gur dibe, lê her tim di rojevê de ye. Lê nîqaş yekalî ne û pirî caran jî vit û vala ne.

Di van nîqaş û nirxandinan de mirov rewşeke wiha dibîne; wekî komek mirov li ber şet û çemekî boş rawestin û li ser rê û rêbazên derbasbûna ji çêm nîqaş û nirxandin bikin, lê bi tu awayî ji bo ku ji çêm derbas bibin tu hewldanê nekin û bes xeber bidin. Tiştê kambaxtir,  ev çem her ku diçe boştir dibe û derbasbûna jê jî dijwartir dibe. Bi kurtasî agir bi mala xelkê ketiye, hinek canik û camêr jî li ber ser û pêyan dikizirînin.
Îro her kes dizane ku bi vî rengî tiştek naçe sêrî, lê dîsa ji bilî xeberdanê tiştekî nakin, tiştên ku dikin jî dihetikînin.  Bala xwe bidin qanûna wan a der barê parastina bi zimanê zikmakî de. Di encamê de dê maf bidin girtiyan da ku bi zimanê xwe parastina xwe bikin, lê ne bi nivîskî bes bi devkî dikarin parastina xwe bikin, bi ser de jî heke ceza li wan were birîn, dê heqê wergêr jî ji berîka wan derkeve. Tiştê xerabtir dê wergêr jî ji hêla dadgehê ve were diyarkirin, herhal dixwazin bi vî awayî Kurdên xwe bikin xwedan kar û bar.
Pêşiyên me gotiye, “Qam qama mêşan, deng dengê gamêşan”, rayedarên dewleta Tirk jî li qama xwe ya bihost û nîvekê nanêrin, radibin “lingê xwe di nav lingên axayan re dikin” û qala avakirina yekîtiyeke navneteweyî ya umeta îslamê dikin.  Dewleta Tirk heta ber qirikê di nav di nav pirs û pirsgirêkan re çiqiliye. Ligel vê yekê jî rayedarên dewletê hewl didin ku wekî hêzeke jêr-împeryalîst li Rojhilata Navîn pêşengiya hevgirtineke nû bikin; tac û textê Osmaniyan ji nû ve li ser serê gelên misilman bikin bela.
Guherînên ku li welatên ereb pêk tên, hêviyeke taybet didin rayedarên dewletê yên Osmanîperwer. Piştî ku li Tûnûs û Misirê, Ixwanê Mislimîn desthilatî bi dest xist, hêviya wan berz û bilind bû. Piştre bûyerên li Sûriyeyê hêviya wan geştir kir, lê belê li Sûriyeyê her tişt li gorî dilê wan nameşe. Ji niha ve duberekî ketiye nava misilmanan; nakokiya di navbera sunî û şîa zêdetir bûye. Berê navenda vê nakokiyê Iraq bû. Lê niha êdî navenda nakokiya Sûriye ye. Serkêşiya bereya şîa Îran dike, serkêşiya bereya sûnî jî Erebistana Siûdî û Misir dikin. Tirkiye jî ji derve xwe serkêşê hemû misilmanan dibîne û wisa tevdigere. Îro her çiqas welatên ereb û hêzên desthilatdar ên cîhanê, (Amerîka û YE) ji bo şerê li Sûriyeyê Tirkiyeyê de dehf didin jî, di encamê de tiştekî ku Tirkiye ji vê guherînê bi dest bixe nîn e.
Di vê daxwaz û mebesta rayedarên dewleta Tirk de astengiya sereke ne Îran û erebên şîa ne,  astengî û kelema sereke Kurd in.  Guherîna ku li herêmê pêk tê, deriyê azadiyê li ber Kurdan vedike, ev yek jî li hesabê rayedarên Tirk nayê. Guhartinên li Iraqê bi xwe re dewleta federal a Kurd anî. Li Sûriyeyê doza mafên xwe yên demokratîk û neteweyî dikin, ji bo vê yekê pergala xwe ya xweser ava dikin. Sibe heke dor were ser Îranê dê li wir jî dewleteke federal a Kurd derdeve holê.
Lewre jî heke yekgirtina navneteweyî ya li herêmê pêk were, çesp û çîmentoya vê yekgirtinê Kurd in û bêyî yekgirtina Kurdan û Kurdistanê, yekgirtineke wiha ne pêkan e.  Her wiha yekitiyeke wiha li ser hîmê oldariyê çênabe, divê yekitiyeke wiha li ser nirxên azadî û demokrasiyê pêk were anku hevgirtineke demokratîk be.