Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînekê de hatin cem hev. Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma, “Bi yekitiya jinan em ê civakeke demokratîk û azad ava bikin” li Salona Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Jinên ji pêkhateyên Êzîdî, Suryan, Ermen, Tirkmen, Kurd, Ereb û Çerkez, Rêveberiya jinan a Tebqa, Reqa, Dêra Zor, Minbicê û hemû sazî, rêxistinên jinan ên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên jinan ên serbixwe, beşdarî civînê bûn. Di civînê de têkçûna DAIŞ`ê, avakirina Sûriyeyeke nû, destûra Sûriyê û mayîndekirina desketiyên li Sûriyê hatin nîqaşkirin. Di dawiya civînê de wekî din, sîwaneke nû ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.

 

 ANHA/QAMIŞLO