Tabura ji şervanên Çeçen, Ereb û Kurdan pêk tê ya li gundên Tolan, Omeyîr û Nuh ên beriya 12 rojan ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin rizgarkirin, mînaka parastina hevpar hatiye avakirin. Fermandarê taburê Xalît Çavîş yê Çeçen e diyar kir ku ew wekî hêza parastinê di operasyona rizgarkirina gundan de cih girtine. Fermandar Çavîş destnîşan kir ku têkoşîna YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê gelekî bandor li ser wan kiriye û ji ber ku ji çeteyan natirsin li eniyan cihê xwe girtine. Çavîş berxwedana Kobanê ji bo vê yekê wekî mînak nîşan dide.
Çavîş bilêv kir ku ew bi salan in bi gelê kurd re dijîn û wiha berdewam kir: “Di navbera me de tu cudatî nîn e. Me xwest alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên kurd. Em ji bo ax û namûsa xwe bi hevre şer dikin.” Çavîş diyar kir ku ew li gorî salnameya hîcrî di 1813’an de hatine Serêkaniyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em hatin vir em ji Kurdan hînî misilmaniyê bûn. Em li vir bi xwişk û birayên xwe re ji bo parastina axa xwe li dijî çeteyan şer dikin. Dema çete hatin vir malên me şewitandin, axa me dagir kirin. Divê tu kes hêvî neke ku em piştgiriyê bidin wan çeteyên ku ji derve hatine ser axa me.” Çavîş diyar kir ku ew bi hev re Serêkaniyê diparêzin û bi şoreşa Rojava re girêdana gelan bi hevre zêde bûye.
DIHA/SERÊKANIYÊ