Hêvî her dem heye

Haberleri —

Ev navê romana birêz Hesen Huseyîn Denîz e. Ev roman bi her aliyê xwe ve hêjayê xwendinê ye, lewre dimenekê (bi dehan car hatiye jîyandin) pêvajoya herî dijwar ya şoreşa Kurd bi vegotineke sade li ber çavan radixîne.

Di cihanê de şoreşa herî dijwar, bi jan, bê pişt û bê derfet ev şoreşa Kurd ya sîsalî ye. Di vê şoreşê de êşên pirr giran û bi şewat hate jiyandin. Wehşeta mirovahiyê li ser xaka Kurdistanê ji sînorên têgihîştinan derbaz bû. Li hember vê nemiroviyê qehremaniyên mîtolojîk ên mejiyan dide rawestandin hatin afirandin,
Qehremanên efsanevî gerîlayên Kurd yên destpêkê, di nava dijwarî û bê derfetiyan de li hemberê artêşa herî mezin ya Rojhilta Navîn ala tekoşînê berz kirin û ev tekoşîn gihandin ber şêmûga çareseriyê. Her qehremanekê/î vê tekoşînê dikane bibe mijara çend romanên qalind. Lê di vî warî de hê gavên mezin nehatine avêtin. Ev romana birêz Hesen Huseyin Denîz bi kêmasiyên xwe ve di vî warî de mînakekê herî baş e. Di romanê de tekoşîn bi awayekî hostayî li ser wê xakê hatiye bi cihkirin. Ez niviskar pîroz dikim.

Mijara romanê
Komeke gerîla dema ji Gelîtirşkê derbaz dibin, di binê Girê Mij de rastê kemîna dijmin tên fermandarên gerîlayan şehîd dikeve û gerîlayê bênav di lingekî xwe de birîndar dibe, koma gerîlayan çepera dijmin diqelêşin û xilas dibin, gerîlayê birîndar li wir dimîne. Ew xwe li ser berfê dişemitîne û tê di cihekê de dikeve binê korta berfe. Li pey sê rojan du heval tên, lê nikanin wî bibin, ji bo alîkariyê diçin, ew jî di rê de şehîd dikevin. Li pey çend rojan çend hevalên din tên, dû re diçin hevalekî ji karê doxtoriyê fêm dike tînin, wî ji wir derdixin, yên din ji bo alîkariyê diçin, ew û hevalê doxtor tenê dimînin. Li gel wan xwarin tune, bi giha û berfê zikê xwe têr(!) dikin. Ji ber ku li pey hefteyekê jî alîkarî nayê, ew gerîlyayê birîndar hevalê doxtor ji bo alîkariyê dişîne. Ew rojên xwe bi xewjîna tekoşîna rabirdû derbaz dike. Mirov di van xewjînan de piçek wî qehremanê bênav nas dike.

Çend hevok ji romanê
"Bilindahiyeke spî li aliyê wî yê rastê, bilindahiyeke reş li aliyê wi yê çepê dirêj û bilind dibû. Ji aliyê rastê sermayeke dijwar bi ser laşê wî de dihat û bêtir dikir ku bi êşa birîna xwe bihese. rû 11“
"Niha rojeke dirêj û germ li pêşiya wî bû. Ev jî roja wî ya duwemîn bu ku bi tena xwe destpê dikir. Rû 33“
"..Rahîşt kevçiya xwe û berf kola. Befir ewqas hişk bûbû ku dema bi kevçiyê xerîtand, dawiya kevçiyê tewiya. Tirsiya ku kevçî bişkê. Teriya kevçiyê kurt girt ku netewe … Kefçiya xwe dagirt û bir ser zimanê xwe, mişt û keritand… rû 48“
"Yanê Qesap ne li wir e?“ "Na… Te çima pirsî?“  "… Ma tu nizanî? Ku ev ling bikeve nava lepên wî, sedî sed wê qut bike. Wê çaxê ez xwe bikujim baştir e. rû 152“
"Giya heye!“ "Bê rûn, bê xwê, sê danan giya, wê çawa bixwim? Rû 168“

Nirxandineke kurt
Roman di warê ragihandina cigehan de pêdivî bi hin şayesandinên romantîk hebe jî, gelek xurt e. Mirov têdigihîje ku niviskar heremê pir baş dinase, lê jiyaye, lema vegotin çêşteke xwerû dide.
Di romanê de kêmasiya herî mezin jî, navê qehremanan e. Divîbû her qehremanekê vê romanê navekî xwe heba. Mirova dikanîbû navê qehremanî şehît ketine jî, ji bo navê şehîdan hilbijarta. Hêvî dikim ku di çapa duyem de navê qehremanan were danîn.
Dîsa di warê hestê gerîlayan yên xwerû, yan jî jiyana sivîl, evîn, tirs, carna nêrînên poşmaniyê, şerê di navbera wan û hestê şoreşgeriyê de jî, dikanîbû hê xwirttir bihata vegotin. Lewra şerwan jî ji civaka sivîl û xwedan cihaneke xwerû ne.
Di warê rastnivisînê de cih bi cih kêmasî hene. Carnan jî dewlemendiya Kurdî tê ji bîrkirin. Di Kurdî de ji bo mirovan peyva "pîr“, ji bo tiştan peyva "kevn“, ji bo xwarinê "kartû“ ji bo giha jî ku hê li ser rîçalê xwe be û piçek terahî lê hebe "qert“, eger ji reh qetyabe "hişk“ tê gotin. Lê niviskar wiha dinivîse: "Ka hebe hinek giya jî berev bike.“ "Bawer nakim hebe; hemû pîr bûne. Rû 168“
Li gor van kêmasiyên sivik jî di warê xwe de romaneke serkeftî ye.

Nasname
Navê romanê: Her dem hêvî heye
Niviskar : Hesen Huseyîn Denîz
Berg: Bê wêne û spî ye.
Roman: Bi giştî 224 rûpel e.
Weşan. Ji weşanên do, 2008 /Stenbol

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.