DENÎZ ÎKE / ANF / AMED

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer, ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve jî malbat nikare bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Parlamentera Êlihê ya HDP’yî Ayşe Acar Başaran li ser tecrîda şidandî ya li dijî Ocalan axivî.

Başaran da zanîn ku tecrîdkirina şidandî ya Ocalan bi komploya navneteweyî ketiye meriyetê û wiha axivî: “Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û îradeya milyonan temsîl dike. Bi milyonan kesî jî bi îmzeyan ev yek nîşan da.”

Gel tên tecrîd kirin

Başaran anî ziman ku tecrîd li ser jiyana hevpar a gelan e û wiha pê de çû: “Heger tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, wê dawî li krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê jî bê. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e, tecrîd li ser jiyana bi hev re ya gelên Rohilata Navîn, bawerî û civakê ye. Tecrîd, dorpêçkirina li Îmraliyê û birrîna têkiliya bi gel re derbas kiriye û veguheriye sîstemeke ku bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike.”

Başaran bal kişand li ser polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê û wiha dewam kir: “Li welat her roj şer giran dibe. Hikûmeta AKP’ê bê ku li welêt şer kûr bike nikare dewletê bi rê ve bibe. Dewlet jî, her kes jî dizane heger bê xwestin dawî li vî şerê li Rojhilata Navîn, şer û komkujiyên li Kurdistanê bê, hêvî, ronahî û rêya çareseriyê li Îmraliyê ye.”