Jonathan Spyer: Li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ´ê de ti alternatîf ji bilî YPG û QSD´ê nebû. Pê re jî li Iraqê şervanên PKK´ê hebûn ku ji çiya daketin û li Mexmûr, Şengal û deverên din şerê DAIŞ´ê kirin. Lê li Sûrî bixwe ti hêza din nebû.
LUQMAN GULDIVÊ / BRUKSEL
Jonathan Spyer Rêveberê Middle East Center for Reporting and Analysis (Navenda Rojhilata Navîn ji bo Nûçegihanî û Analîzê - MECRA) ye. Ew nivîskarê pirtûka Days of the Fall: A Reporter´s Journey in the Syria and Iraq Wars (Rojên hilweşînê: Rêwîtiya nûçegihanekî di şerên Sûrî û Iraqê de) ye. Wî doktoraya xwe kiriye li London School of Economics di beşa peywendiyên navneteweyî de. Em pê re li ser dewra Kurdan li Rojhilata Nêzîk û tehlûkeyên pê re rûbirû ne peyivîn. Li gorî wî di nava deh ta panzdeh salên bihurî de Kurdê di her peywendê de aliiyê pozîtîf bûne beramberî hêzên negatîf. Wî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û got, di peywendekê de ku PKK eşkere ne terorîst e, tecrîdkirin û girtina Ocalan ne mentiqî ye. Speyer bersiv da pirsên me.
Dewra Kurdan li Rojhilata Nêzîk û Navîn çi ye?
Di nava deh ta panzdeh salên bihurê de di her peywendê de Kurd bi roleke erênî radibin. Li her devera mirov berê xwe bidiyê, mirov dibîne, di nava aliyê bêhtir demokratîk, vekirî, insanî û ji van ne kêmtir girîng jî, li bereyên şer ên li dijî hêzên herî bi tehlûke li dinyayê de dîsa Kurd hene. Çi li Rojava, çi li Başûr û çi jî li Rojhilatê Kurdistanê hûn li ku derê binihêrin jî di peywendên cihê de ya ku hunê bibînin, li aliyekî Kurd hene û li aliyê din hêzên neerênî. Li aliyê din ev li welatên rojavayî dike ku berjewendiyên Kurdan jî di nava bîreweriya her diçe bêhtir mirovan de bi temamî bi awayekî erênî bi cih bibe. Helbet ew ne kampanyayeke reklamê bi rê ve dibin. Kampanyaya wan a saxmayîn û mafên wan ên sereke ne. Axir dîsa jî heger ew di nava deh salên bihûrî de li herêmêî binihêrin ew ê yek aliyê tenê yê negatîf ê çalakiyên Kurdan nebînin. Hemû erênî ne. Herçî dijminê Kurdan in, ha mirov ji ber wan ditirsin û fikaran dikin. Ez bi xwe dibêjim, Kurd bi roleke heyatî radibin.
Di peywenda şerê li dijî DAIŞ´ê de û li Sûriyê heke em binirxînin, em dikarin çi bibêjin?
Di peywenda Sûriyê de di şerê li dijî DAIŞ´ê de ti alternatîf ji bilî YPG û paşê QSD´ê pê ve nebû. Pê re jî li Iraqê şervanên PKK´ê hebûn ku ji çiya daketin û li Mexmûr, Şengal û deverên din şerê DAIŞ´ê kirin. Lê li Sûrî bixwe ti hêza din nebû. Herçî Esed bû, wî nedixwest şerê DAIŞ´ê bike, lewma dikarîbû bibêje, va ye ew ji min xirabtir in; yan em û yan jî DAIŞ. Ji ber vê jî Esad kêfxweş bû ku dûrî Şamê li Rojhilatê Sûrî DAIŞ heye. Gava ku DYE´yê dît çawa YPG şerê DAIŞ´ê dike li Kobanê, hingê wan biryar da bi vê hêzê re em dikarin hevkariyê bikin. Bi giştî hevkariya DYE´yê bi hêzên li Rojhilata Nêzîk re ne serketî ne, lê di vê de wan partnerek dît ku wan dikarî bi awayekjî karîger hevkariyê bikin.
Tişta ku Kurd hewl didin li Rojava û Bakurê Sûriyê biafirînin, tu çawa dibînî?
Bi ya min hizra konfederaliya demokratîk, û tişta ku hevalên min ên Kurd dixwazin ava bikin li Sûriyê, hemû pozîtîf in. Lê heger ez weke analîstekî bipeyivim, ez bawer nakim ku di siberojeke nêzîk de ev fikr li Rojhilata Nêzîk belav bibin. Lewma bi ya min fikrên din hene ku kêmtir pozîtîf in, lê bi heman rengî xurt in, li pişta wan pere û hêza siyasî heye. Mixabin li dinyaya me û nexasim jî li herêma me ya ku bi ser dikeve bipirranî ne edalet e. Berjewendî, hêz û carinan jî hizrên têra xwe negatîf bi ser dikevin. Lê têkoşîn dewam dike, em ê bibînin ka encam wê çi bin. Lê halê hazir li Rojhilatê Sûrî û li Rojavayê Kurdistanê bûyer û geşedan gelekî erênî ne di warê siyasî de. Lê gava ku mirov li tevahiya herêmê dinihêre, ev asteke piçûk e. Û em ê bibînin ka ew ê karibin ji deverên halê hazir lê ne bibihurin bi fikrên xwe. Bi her halî ez bextxweşiyê ji wan re dixwazim.
Têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê, nexasim jî bi PDK´ê re çi ne, wê çawa dewam bikin?
Beriya referandûma 2017´an hevalên min ên di nava PDK´ê de îlûzyonên mezin ji xwe re çêdikirin di mijare têkiliyên b Tirkiyeyê re. Di axaftinên şexsî de, van xelkan ji min re digot, na na, Erdogan eşkere li dijî referandûmê be jî şexsî, ew ê dest wernede serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ne xema wî ye filan û bêvan. Lê piştî bûyerên Mijdara 2017´an kesek wê careke din îdîayeke bi vî rengî neke. Ango, eşkere ye ku Erdogan li dijî hikûmraniya Kurdan e li Başûrê Kurdistanê weke ku li her cihekî din jî li dijî ye. Ango êdî ew îluzyona hevkariya di navbera PDK û dewleta Tirk de êdî nîne, lê beriya referandûmê hebû.
Têkiliya aborî bi xwe wê bimîne. Ji ber ku her du alî jî ji vê sûdê digirin. Taliya talî, di destê Başûrê Kurdistanê de rêya bazirganiya bi Enqere, Bexdad, Şam û Tehranê heye. Ew ê tercîh bikin ku bazirganiyê bi Enqereyê re bikin. Pêdiviya Tirkiyeyê jî bi çavkaniyên erzan ên enerjiyê yên nêzîk heye. Ango ew bazirganiya ku Başûrê Kurdistanê petrol û gazê bifiroşe Tirkiyeyê û beramberê wê berhemên berxwuriyê bikire, bi yena min wê dewam bike.
Ez li vir wekî din bibêjim; bi ya min ne modeleke bi sihet e ku hikûmraniya Kurd xwe bisipêre firotina petrolê û gazê, ji bo civakê jî ev ne bi sihet e. Tirkiye wê nebe hevgirek jê re.
Herçî hilberîna xwarinê û berhemên berxwuriyê ne, bi qasî ez dizanim ti projeyên sîstematîk û cidî nînin. Ez li vir bibêjim, hin tiştên pozîtîf hene. Hewlêr bajarekî modern e, bajarekî ewle ye. Lê li aliyekî mirovên gelekî dewlemend û li aliyê din jî mirovên gelekî xizan hene û di navbera wan de kêm mirov hene. Çîneke xurt a mirovên perwerdebûyî nîne.
Li gorî cenabê te, tecrîdkirina Ocalan di peywenda çareserkirin û çaresernekirina pirsgirêka Kurd tê çi maneyê?
Bi ti pîvana ku mirov îro dikare bi kar bîne, PKK ne rêxistineke terorîst e. Çi terîfa terorzîmê dibe bila bibe, nexasim jî ya herî belav ku dibêje, rêxistina ku ji bo fêdeya siyasî bêyî sivîl û çekdaran ji hev derxe şidetê bi kar tîne, PKK ne rêxistineke terorîst e. Ji ber wê jî li ser lîsteyên rêxistinên terorîst dimîne tenê ji ber sedemên siyasî û zexta Tirkiyeyê. Lîderên din ên rêxistinbên di dozên xwe yên siyasî de rahiştin sîlehan, yên weke IRA li Îrlandayê, çawa pêvajoya siyasî dest pê kir, lîderên wê hatin berdan. Efûyeke giştî bû, ne tenê lîder, şervan jî. Ev beşek ji pêvajoya aştiyê bû. Heger ev di çareserkirina pirsgirêkên din ên şerê çekdarî de dikare bê bidestxistin, ti sedem nîne ku em bifikirin di arîşeya di navbera Tirkiye û Kurdan de ev nikare bê bidestxistin. Di peywendekî de ku PKK eşkere ne rêxistineke terorîst e, tecrîdkirina Abdullah Ocalan û heta girtina wî ne mentîqî ye.